Hewlêr (Rûdaw) - Songul Keskînê ji Rûdawê re ragihand ku wan ji ber neguncavbûna demê, guhnedana pêşniyarên wan û lêçûnên zêde biryar daye ku beşdarî Fuara 10emîn a Pirtûkan a Amedê nebin.
Berpirsa Weşanên Avestayê Songul Keskînê tekez kir ku biryara wan ne ji ber sedemeke siyasî ye lê ji ber liberçavnegirtina pêşniyar û daxwazên wan e.
Fuara 10emîn a Pirtûkan a Amedê îro dest pê kir û dê heta 4ê Çiriya Pêşîn li Navenda Navneteweyî ya Fuar û Kongreyan a Mezopotamyayê berdewam bike.
Ev fuar ji aliyê Koma Fuaran a TUYAPê ve, bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê û bi piştgiriya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê tê lidarxistin.
Di fuara îsal de di bin banê Komeleya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) de 27 weşanxane û saziyên Kurdî beşdar dibin.
Weşanên Avestayê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê weşanxaneya Kurdî ya herî mezin e, beriya niha li ser hesabê xwe yê torên civakî ragihandibû ku ew ji ber birêvebirina organîzasyonê û dema fuarê beşdar nabin.
Songul Keskînê li ser wan şert û mercên ku bûne sedema vê biryarê agahî dan Tora Medyayî ya Rûdawê.
Keskînê diyar kir ku salên borî ev fuar wekî festîval û karnavalekê derbas dibû lê dema ku ji bo fuara îsal hatiye hilbijartin bi temamî ne guncav e û got:
“Amed cihekî germ e û par jî fuara herî xirab bû.
Me ji berpirsên fuarê re got ku ev dem ji bo Amedê ne guncav e lê gotinên me li ber çavan negirtin.
Par meha Çiriya Pêşîn hatibû lidarxistin lê îsal mehekê anîn pêş.
Me ji wan re got eger hûn meha Îlonê bikin em nikarin beşdar bibin, divê di derengiya payîzê an jî di zivistanê de be.
Niha dibistan û zanîngeh nû vebûne û hemû xelk bi xwendekar û zarokên xwe ve mijûl e; derfeta xelkê nîne ku werin fuarê û ji ber vê yekê jî eleqeya xelkê kêm dibe.”
“Ji bo fuaran 500 hezar lîreyî xerc dikin”
Songul Keskînê bal kişand ser lêçûnên giran ên weşangeriya serbixwe û da zanîn ku ti piştgiriyên fermî ji bo weşanxaneyên Kurdî nîne û wiha pê de çû:
“Ti dewlet an jî wezaret nînin ku piştgiriya me bikin.
Em mesrefeke pir mezin dikin.
Tenê ji bo kirêya standê, lêçûnên veguhastina pirtûkan û heqê xebatkaran em 500 hezar lîreyî (derdora 10 hezar û 300 dolarî) xerc dikin.
Em nivîskaran tînin, lêçûnên xwarin, vexwarin û mayîna wan hemû ji kîsê me ye.
Tevî van hemû mesrefan gava ku ji ber demê eleqeya xelkê kêm be, motîvasyona me jî namîne ku beşdar bibin.
Di zivistan û derengiya payîzê de eleqeya ji bo fuaran gelekî zêdetir e.”
“Ti sedemên siyasî nînin”
Berpirsa Weşanên Avestayê destnîşan kir ku ti sedemên siyasî ya beşdarnebûna wan nîne û anî zimên:
“Pirsgirêk tenê ew e ku pêşniyarên me yên li ser dem û şert û mercan li ber çavan nehatin girtin.
Em dixwazin tevlî hemû fuarên li Kurdistanê bibin lê dema guh nadin pêşniyarên me em nikarin beşdar bibin û ji ber vê yekê xemgîn dibin.
Ji sala 1999an ve em beşdarî hemû fuaran bûne û tenê îsal ji ber van sedeman em beşdar nebûn.
Gelek weşanxaneyên din jî ji ber heman sedeman beşdar nebûne.”
Weşanên Avestayê
Weşanên Avestayê sala 1995an ji aliyê weşanger Abdullah Keskîn ve li Stenbolê hat damezirandin.
Avestayê bi hezaran berhemên edebî, dîrokî, lêkolînî û wergerê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî û her wiha bi zimanên Tirkî û Îngilîzî çap kirine.
Ev weşanxane wekî yek ji stûnên herî xurt ên weşangeriya nûjen a Kurdî tê dîtin û standên wê di fuarên pirtûkan de her tim qada herî qerebalix a xwînerên Kurdî bûye.



