Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Pîşeyî ya Xwediyên Berhemên Muzîkê ya Tirkiyeyê (MESAM) ji bo salvegera 40emîn a damezirandina xwe di 11 beşên cuda yên muzîkê de pêşbirka awazan li dar dixe.
Di pêşbirkê de ji muzîka gelêrî heta rapê, ji tesewifê heta arabesk û popê gelek beş cih digirin û cara yekem e ku muzîka Kurdî wekî kategoriyeke serbixwe ketiye nav bernameyê.
Kategoriya bi navê "Muzîka Gelêrî ya bi Zaravayên Kurdî" dê berhemên xweser ên di forma stranan de binirxîne.
Ji bo vê kategoriyê serlêdan dest pê kiriye û kesayetên navdar ên muzîka Kurdî dê di desteya juriyê de cih bigirin.
Hûrgiliyên pêşbirkê li navenda giştî ya MESAMê ya li Stenbolê bi civîneke çapemeniyê hatin eşkerekirin.
Di civînê de Serokê Desteya Birêvebiriyê ya MESAMê Recep Ergul û Endamê Desteya Birêvebiriyê Ferzinde Kaya agahî dan rojnamegeran.
Şivan Perwer, Delîl Dîlanar û Hakan Akay di juriyê de ne
Li gorî agahiyên MESAMê, juriya kategoriya Kurdî ji sê hunermendan pêk tê.
Hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer serokatiya juriyê dike û hunermend Delîl Dîlanar û Hakan Akay jî wekî endamên juriyê beşdar dibin.
Her yek ji 11 beşên pêşbirkê dê ji aliyê juriyên cuda yên pispor ve bên nirxandin da ku xisletên taybet ên her cureyê muzîkê li ber çavan bên girtin.
Ji bo xelata yekem a Kurdî 50 hezar lîreyê Tirkî
Di beşa Kurdî de ji bo awazçêkerên serkeftî xelatên pereyê hatine diyarkirin. Li gorî vê yekê:
· Berhema yekem: 50 hezar lîreyê Tirkî
· Berhema duyem: 40 hezar lîreyê Tirkî
· Berhema sêyem: 30 hezar lîreyê Tirkî
Her wiha jurî dikare berhemeke ku nêzîkî pileya sêyemîn bibîne ji bo "Xelata Taybet a Juriyê" pêşniyar bike. Ev xelat dê tenê ji bo berhemekê ji nav hemû beşan bê dayîn û bihayê wê 20 hezar lîreyê Tirkî ye.
Ji bo xwediyên xelatan li gel pereyan dê bawernameya serkeftinê jî were dayîn. Eger gotin û awaza berhemê aîdî du kesên cuda bin û gotin ne anonîm bin, nîvê xelatê dê ji bo nivîskarê gotinan bê dayîn.
Berhema serkeftî dê bibe vîdeoklîp
Berhema ku di kategoriya Kurdî de bibe yekem, dê di "Plaka Bîranînê ya Sala 40emîn a MESAMê" de cih bigire. Ev berhem dê ji aliyê hunermendên profesyonel ve bê xwendin û vîdeoklîpa wê bê amadekirin.
Notayên berhemên serkeftî dê di pirtûkekê de bi navê "Pêşbirka Awazan a Sala 40emîn a MESAMê - Berhemên Hêjayî Xelatê" bi awayê çapkirî û dîjîtal bên weşandin.
Şert û mercên beşdarbûnê û dema dawî
Hemû awazçêkerên profesyonel û amator ên temenê wan ji 18 salî mezintir e dikarin serî lê bidin lê endamên desteyên bilind ên MESAMê, endamên juriyê û karmendên MESAMê nikarin beşdar bibin.
Beşdar dikarin herî zêde bi du berheman serî li kategoriya Kurdî bidin. Ji bo her berhemekê bernavkek pêwîst e û lêçûna beşdarbûnê ji bo her berhemekê 500 lîreyê Tirkî ye.
Kesên serî lê didin divê wergera Tirkî ya gotinên stranê jî têxin nav dosyaya serlêdanê. Gotinên stranan dikarin aîdî awazçêker bi xwe bin, anonîm bin an jî aîdî kesekî din bin lê divê ew gotin berê wekî awaz nehatibin çêkirin.
Dema dawî ya serlêdanê 30ê Çiriya Paşîn a 2026an saet 18:00 e û serlêdan tenê bi rêya înternetê tên pejirandin.
Fînala mezin a pêşbirkê dê 21ê Kanûna Paşîn a 2027an li Salona Konseran a Cemal Reşît Reyê ya li Stenbolê bi konserekê û merasîma xelatdayînê bê lidarxistin.
Recep Ergul: Cara yekem e kategoriya Kurdî tê vekirin
Serokê Desteya Birêvebiriyê ya MESAMê Recep Ergul destnîşan kir ku ev pêşbirk di gelek waran de li Tirkiyeyê gava yekem e û bal kişand ser girîngiya kategoriya Kurdî û lê zêde kir:
"Cara yekem e ku kategoriya Kurdî cih digire. Ango ji aliyê saziyeke fermî ve ev dibe yekem pêşbirka awazan a bi Kurdî.
Bê guman muzîka Kurdî gelekî dewlemend e û zimanê Kurdî zimanê şaristanî û çandê ye.
Dema em cureyên muzîka Kurdî dibînin, di rastiyê de pêwîstî pê heye ku tenê ji bo muzîka Kurdî pêşbirkek were lidarxistin.
Di pergala MESAMê de bi milyonan berhem hene. Armanca me ew e ku em li vî welatî rê li ber berhemên nû vekin, derfetê bidin stranên ku dê bi sedsalan bên gotin û xwesteka ciwanan zêde bikin."
"Muzîka Kurdî berhemên mayînde diafirîne"
Recep Ergul li ser armanca zêdekirina beşa Kurdî wiha pê de çû:
"Armanceke me ya sereke ew e ku em bala xelkê bikişînin ser girîngiya muzîka Kurdî. Em dixwazin nîşan bidin ku di muzîka Kurdî de hîn jî berhemên pir hêja tên hilberandin û hunermendên Kurd li çar aliyên cîhanê karên mezin û mayînde dikin.
Di beşa Kurdî de hunermendê mezin Şivan Perwer heye ku xizmet û bedelên wî yên ji bo Kurdî li ber çavan in.
Her wiha hunermendê dengxweş Delîl Dîlanar û kesayetê hêja Hakan Akay hene. Ji ber vê yekê me awazên Kurdî emanetî wan kir."
.jpg&w=3840&q=75)


