Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, hunermend Musa Oktayê ku li Qada Seyîd Riza bi gotina stranên Kirmanckî (Zazakî) debara xwe dikir, li ser giliyê hinek kesan muzîk lê hat qedexekirin.
Musa Oktay piştî vê biryara qedexeyê berê xwe da Geliyê Munzûrê û dest bi gotina stranên xwe kir.
Musa Oktayê ku bi salan e bi zimanê Kirmanckî şanoyê dike û stranan dibêje, piştî pandemiyê çûbû Dêrsimê.
Oktay ev demek e li Qada Seyîd Riza bi tembûra xwe stranên Kirmanckî digotin û bi vî rengî debara xwe dikir.
Hunermendê Kurd da zanîn ku ji ber giliyê hinek kesan, şaredariyê stranbêjî û şanoya li qadê lê qedexe kiriye.
“Bila zimanê me nemire”
Oktay piştî vê qedexeyê çû Geliyê Munzûrê û li ber çêm bi tembûra xwe dest bi gotina stranên Kirmanckî kir.
Hunermendê Kurd bi nanê di destê xwe de stranan dibêje û xwest ku şaredarî li vê biryara xwe vegere.
Musa Oktay ji Rûdawê re qala serpêhatiya xwe kir û got:
“Min berê zêdetirî 20 salan bi vî zimanî şano dikir.
Paşê ez hatim Dêrsimê û li Qada Seyîd Riza min stran digotin û min pereyê nanê xwe derdixist.
Xelkê guhdarî dikir û jê hez dikir lê hinek kesan gilî kir, got ku ew aciz dibin û nexwest ku ez li vir muzîkê bikim.”
“Ez ji av, dar û ajelan re dibêjim”
Oktay li ser biryara şaredariyê wiha pê de çû:
“Çend caran gilî li min kirin. Şaredariyê jî li vir muzîk li min qedexe kir. Ez jî neçar mam ku werim vir.”
Musa Oktayê ku li Geliyê Munzûrê stranên xwe dibêje anî zimên:
“Li vî rexê çêm ez stranên xwe ji avê, ji daran, ji ajelan re, ji rovî û kîvroşkan re dibêjim.”
Oktay her wiha bangek li xelkê kir û got, “Bila dijminatiyê nekin.”
“Ez dixwazim gelê me xwedî li zimanê xwe derkeve”
Musa Oktay destnîşan kir ku divê zimanê Kirmanckî were parastin û domand:
“Ez dixwazim ev zimanê me nemire. Ez bi zimanê xwe stranan dibêjim da ku ev ziman winda nebe û ez xwedî lê derdikevim.
Ez dixwazim gelê me jî were, bi zimanê xwe guhdariya stranan bike û xwedî li zimanê xwe derkeve.”
Oktay da zanîn ku ew dixwaze careke din li Qada Seyîd Riza stranan bêje û axaftina xwe wiha qedand:
“Ez dixwazim careke din li Qada Seyîd Riza stranên me bidim guhdarîkirin.
Eger vê nexwazin ez dê ji van deran biçim.”


.jpg&w=3840&q=75)