Dusseldorf (Rûdaw) - Li Berlîna paytexta Almanyayê Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî îro dest pê kir û dê heta pêncşemê berdewam bike.
Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê de piştgiriya sînemagerên ciwanan a ji Kurdistan û diyasporayê tê armanckirin.
Di bernameya festîvalê de li gel beşên derveyî pêşbirkê yên ji bo belgefîlm û fîlmên dirêj, beşeke pêşbirkê ya kurtefîlman jî heye ku armanca wê naskirina derhênerên ciwan û xebatên nû ye.
Di beşa pêşbirkê de ji bilî fîlmên sînemagerên Kurd ên ji parçeyên cuda yên cîhanê, berhemên derhênerên biyanî yên li ser Kurdan û mijarên Kurdî jî tên nîşandan.
Fîlmên kurt ên ku dikevin pêşbirkê divê herî zêde 20 xulek bin û fîlmên xeyalî û yên belgefîlm tên qebûlkirin.
Her wiha fîlmên ku salên 2025 û 2026an hatine amadekirin bi zimanê xwe yê resen û bi jêrnivîsa Îngilîzî tên nîşandan.
Xelatên fîlmên kurt
Di beşa pêşbirkê ya fîlmên kurt de dê 3 xelatên diravî bên dayîn:
1. Xelata Fîlma Kurt a Herî Baş
2. Xelata Duyemîn
3. Xelata Sêyemîn
Birêvebiriya festîvalê armanc dike ku bi rêya beşa pêşbirkê berhemên sînemagerên ciwan bigihîne girseyên berfirehtir û derfetê bide derhênerên nû da ku xwe di qada sînemayê de nîşan bidin.
Pira çandî ya diyasporayê
Salên borî li piraniya paytextên Ewropayê navê Kurd û Kurdistanê bêhtir bi rêya qehremantiya Hêzên Pêşmergeyan a di şerê li dijî DAIŞê de û mêrxasiya jinên Kurd dihat bihîstin.
Lê bi kêmkirina metirsiya DAIŞê ya li ser Ewropayê, çalakiyên çandî yên mîna Festîvala Fîlmên Kurdî bûne sedemeke sereke ku navê Kurdistanê di bîra Almanya û Ewropayê de zindî bimîne.
Organîzator û beşdarên festîvalê diyar dikin ku ev çalakiyên hunerî ji bo ku cîhan Kurdan ji bîr neke peyamên baş ên çandî û siyasî ne.
Her wiha ji bo diyasporaya Kurdistanê ya li derveyî welêt jî ev festîval alîkariyeke girîng e da ku li wî welatê lê dijîn çand û hunera xwe bidin nasîn.

.jpg&w=3840&q=75)
