Hewlêr (Rûdaw) - Zimannas û wergêr Ergîn Opengîn romana bi navê "Deftera Mezin" a nivîskara Macar-Swîsrî Agota Kristofê ji Fransî wergerand Kurdî.
Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Pallê (Pall Weşan) ve hat çapkirin.
Ev roman xeleka yekem a "Sêbareya Cêwiyan" e.
Pirtûkê bi her du xelekên din ên bi navê "Delîl" û "Derewa Sêyem" re sala 1987an Xelata Romana Ewropayî ya Herî Baş wergirtiye.
Her wiha roman ji bo zêdetirî 40 zimanan hatiye wergerandin.
Çîroka du birayên cêwî
Di pirtûkê de qala çîroka du zarokên cêwî tê kirin. Ew ji ber şerê li bajarê xwe ji dayîk û bavê xwe cuda dibin.
Zarok li bajarekî biçûk ê li ser sînor li cem dapîra xwe dimînin.
Li aliyekî dapîra wan a çikûs û dilreq heye. Li aliyê din jî şertên şer jiyanê li wan zehmet dikin.
Her du bira ji bo ku karibin li ber xwe bidin mil didin hevdû.
Ew di temenê zaroktiyê de dil û giyanê xwe perwerde dikin û bi safiyeke rasteqîn li dijî her xetereyê radiwestin.
Rastiya şer û têldiriyên sînoran
Agota Kristof di romana "Deftera Mezin" de bi ziman û şêwazeke gelekî sade rastiya tundiya jiyanê radixe ber çavan.
Nivîskar xwe ji her cure xemilandinê dide alî.
Ev çîrok nêzîkî tecrubeya dîroka nêzîk a Kurdan e.
Pirtûk nîşan dide bê ka çawa zarok pêşwext mezin dibin û mirov ji reh û nirxên xwe biyanî dibin.
Her wiha nîşan dide bê ka dagirkerî çawa tenê reng û rûyê xwe diguherîne û têldiriyên sînoran çawa dibin xeta mirin û jiyanê.
Romana "Deftera Mezin" a bi wergera Ergîn Opengîn, ji bilî ziyafeteke edebî, derfetekê jî dide xwîneran.
Bi vê derfetê em dikarin zêdetir li ser rêçên vegotina karesatên dîrokî yên di edebiyata Kurdî de bifikirin.
Agota Kristof kî ye?
Nivîskara Macar-Swîsrî Agota Kristofê sala 1935an li Macaristanê ji dayîk bûye.
Sala 1956an piştî ku Sovyetê Macaristan dagir kir, wê bi keça xwe ya yek salî re sînor derbas kir û wekî penaber çû Swîsreyê.
Agota li bajarê Neuchâtelê bi cih bû. Wê li wir di kargeheke saetan de kar kir û di wê demê de fêrî zimanê Fransî bû. Wê berhemên xwe jî bi zimanê Fransî nivîsandin.
Wê di destpêkê de helbest û şanoname nivîsandin.
Lê sala 1986an bi romana xwe ya yekem a bi navê "Deftera Mezin" deng veda û navdar bû.
Wê di vê romanê de bi şêwazeke yekser û tund qala serpêhatiya du birayên cêwî kir bê ka çawa li ber şer û dagirkeriyê radibin.
Çîroka wan her du birayan di her du romanên wê yên din de jî berdewam kir ku ew "Delîl" (1988) û "Derewa Sêyem" (1991) in.
Ev her sê pirtûk bi hev re wekî "Sêbareya Cêwiyan" tên xwendin û ji bo zêdetirî 40 zimanan hatine wergerandin.
Tê payîn ku her du pirtûkên din ên sêbareyê jî werin wergerandin û bi Kurmancî derkevin.
Wê ji bilî çend şanonameyên ji bo şano û radyoyê, romana "Doh" (1995) û pirtûka otobiyografîk a bi navê "Nexwendewar" (2004) jî belav kirin.
Nivîskarê, Xelata Gottfried Keller û Xelata Dewleta Awistiryayê ya ji bo Edebiyata Ewropayî wergirtin.
Agota wekî dengekî sereke yê edebiyata Ewropayê ya piştî şer tê dîtin.
Agota Kristofê sala 2011an li Neuchâtela Swîsreyê koça dawî kir.
Ergîn Opengîn kî ye?
Ergîn Opengîn zimannas û wergêr e. Wî li Stenbol û Parîsê di warê zimannasiyê de lîsans û xwendina bilind temam kiriye.
Opengîn çend pirtûkên lêkolînî û edebî ji Îngilîzî û Fransî wergerandine Kurmancî.
Wî her du berhemên Arthur Rimbaud ên bi navên "Birqên Direxşan" (2019) û "Demsalek li Dojehê" (ku li ber çapê ye) wergerandine.
Her wiha du pirtûkên wî yên helbestan ên bi navên "Çend Danên Hişyar" (2018) û "Sihrên Mizewran" (2022) hatine çapkirin.



