Hewlêr (Rûdaw) - Fêstîvala 10emîn a Fîlmên Kurdî ya New Yorkê ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora wê ya medyayî ye dest pê kir.
Fêstîvala ku ji 2017an ve tê lidarxistin, îsal jî sînemaya Kurdî û çanda Kurdan bi bînerên li Amerîkayê re digihîne hev.
Hevdîrektorê fêstîvalê Aram Hesen di weşana Rûdaw TVyê de axivî û da zanîn ku sala 10emîn ji bo wan xwedî wateyeke taybet e.
Hesen diyar kir ku yek ji armancên sereke yên fêstîvalê ew e ku derhêner û berhemên her çar parçeyên Kurdistanê bîne ba hev û sînemaya Kurdî bi civaka Amerîkayê bide nasîn.
“Em naxwazin Kurdan tenê bi şer bidin nasîn”
Hesen destnîşan kir ku ew naxwazin fêstîval tenê bala xwe bide ser wan fîlmên ku li ser şer û trajediyan hatine çêkirin.
Wî anî zimên ku divê çand, huner, muzîk û jiyana civakî ya Kurdan jî ji cîhanê re were vegotin.
Aram Hesen got, “Em naxwazin Kurdan tenê wekî gelekî şerker û têkoşer bidin nasîn. Divê em çand, şiyan û dewlemendiya Kurdan jî nîşan bidin.”
Hesen bi bîr xist ku Kurdan di têkoşîna li dijî DAIŞê de roleke girîng lîstiye lê divê ev yek di danasîna nasnameya Kurdan a li cîhanê de ne tenê hêman be.
Wî da zanîn ku wan di fêstîvalê de hewl daye ku zêdetir cih bidin nirxên çandî.
Çanda Yarsanan û muzîka tembûrê derdikevin pêş
Hesen ragihand ku di çarçoveya fêstîvalê de giringî dane wan berheman ku qala civaka Yarsanan, muzîkê, tembûrê, cil û bergên kevneşopî û nirxên cuda yên çanda Kurdî dikin.
Aram Hesen bal kişand ser metirsiya desteserkirina hinek nirxên çanda Kurdan ji aliyê civakên din ve û diyar kir ku pêwîst e ev nirx bên tomarkirin û bi cîhanê re bên nasandin.
Hesen tekez kir ku bi taybetî di warê muzîkê de gihandina hêmanên girîng ên çanda Kurdan yên wekî tembûrê ya ji bo nifşên paşerojê xwedî girîngiyeke mezin e.
Di fîlman de mercê Kurdî
Hesen diyar kir ku di hilbijartina fîlman de ziman pîvaneke sereke ye û destnîşan kir ku divê ew berhemên ku wekî fîlmê Kurdî serlêdanê dikin bi zimanê Kurdî bin.
Hesen anî zimên ku dema sînemaya Kurdî ji bînerên li herêmên cuda re tê pêşkêşkirin, divê naverok jî li gorî bîneran were nirxandin.
Wî got ku hinek mijarên ku di nav civaka Kurd de gelek caran tên rojevê dikarin bi nêrîneke cuda ji bînerên navneteweyî re werin veguhastin.
Hevdîrektorê fêstîvalê da zanîn ku îsal di fêstîvalê de giranî dane belgefîlman û wan cih daye wan berheman jî ku ji aliyê sînemagerên li Rojavayê Kurdistanê ve hatine amadekirin.
Dê 6 rojan biajo
Fêstîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê di navbera 29ê Îlonê û 4ê Çiriya Pêşîn de li New Yorkê tê lidarxistin.
Di fêstîvala ku dê 6 rojan biajo de, ji bilî nîşandana fîlman, dê panel, atolye û danasîna pirtûkan jî bên lidarxistin.
Bi armanca danasîna aliyên cuda yên çanda Kurdan, di çarçoveya fêstîvalê de çalakiyên curbicur tên kirin.
Aram Hesen da zanîn ku Rûdawê ji salên ewil ên fêstîvalê ve piştgirî daye wan û anî zimên ku ew gelekî kêfxweş in ku îsal jî Rûdaw sponsora medyayî ya fêstîvalê ye.


