Hewlêr (Rûdaw) - Koma Şanoyê ya Şaneşîn Perfomansê ya ku li Mêrdînê bi salan e xebatên çand û hunerê yên serbixwe dimeşîne, ji ber krîza aborî û zêdebûna lêçûnan li ber girtinê ye.
Komê ji bo ku karibe xebatên xwe bidomîne dest bi kampanyayekê kiriye.
Şaneşîn Performans li Mêrdînê ji aliyê ciwanên Kurd ve hat avakirin û bi salan e bi lîstikên xwe yên şanoyê hewl dide li ser pêyan bisekine.
Lê ev demek e ji ber krîza aborî û lêçûnên zêde, kom êdî nikare karê xwe bidomîne.
Şaneşîn Performans ji ber nebûna derfetên aborî li ber girtinê ye.
Emîn Ayê ku yek ji berpirsên Şaneşîn Performansê ye ji Rûdawê re diyar kir ku ew dixwazin hunera xwe ya şanoyê bidomînin lê ji ber rewşa xerab a aborî ew êdî nikarin xebatên xwe bikin.
Hem pirsgirêka cih, hem pirsgirêka warekî ku karibin rahênanê bikin heye û hem jî ji hêla dik, performans, kostum, xebatên teknîk ve ji ber nebûna îmkanên aborî rastî pirsgirêkan tên.
Ew naxwazin vê xebata xwe rawestînin lê ger çareyekê nebînin ew neçar in koma xwe belav bikin.
Dest ni kampanyayê hat kirin
Li gorî agahiyên ku Emîn Ay dan, ew dixwazin bi piştgiriya Kurdîhezan xebata xwe bidomînin.
Ji bo ku ew karibin lîstikên xwe yên şanoyê bilîzin û perdeya şanoya wan neyê girtin, wan kampanyaya “Bilêteke Din Ji bo Şaneşînê” daye destpêkirin.
Ew dixwazin her şanohezê Kurd, dema bilêtek ji bo lîstikê kirî bilêtekê ji bo Şaneşînê jî bikire. Emîn Ay li ser vê mijarê wiha got:
“Bilindbûna kirêya sahneyê û barê giran ê aborî êdî derfetê nade ku em lêçûnên xwe yên rojane derxin.
Em weke hunermendên Şaneşînê banga piştgiriyê li hemû hezkirên hunerê, temaşeker û gel dikin ku li sehneya xwe xwedî derkevin.”
Şanohez di çarçoveya kampanyayê de dikarin bi kirîna bilêtên lîstikên wan hem piştgiriya aborî bidin komê û hem jî li lîstikan temaşe bikin.
Ji bo kesên ku ne li Mêrdînê ne yan jî nikarin werin lîstikê jî derfeta kirîna "bilêta piştgiriyê" heye.
"Werin em nehêlin ev ronahî bitemire”
Hunermendên Şaneşîn Perfomansê dibêjin ev sehne ne tenê cihê lîstina şanoyê ye, di heman demê de ji bo ziman û çanda Kurdî li Mêrdînê bihûşteke piçûk e û ev bang dikin:
"Werin em nehêlin ev ronahî bitemire. Her bilêtek ji bo me nefeseke nû ye."
Hunermend û nûnerên saziyên sivîl jî bangî raya giştî dikin ku beşdarî kampanyayê bibin da ku saziyên çandî yên serbixwe li ser pêyan bimînin.



