Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Kurd û Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez hêjayî Xelata Jan Smrekê hat dîtin.
Ev xelat di çarçoveya Festîvala Ján Smrekê de tê dayîn ku li Slovakyayê tê lidarxistin.
Festîval dê îsal ji aliyê Navenda PENê ya Slovakyayê ve cara 16an were lidarxistin.
Çalakî dê 12 û 13ê Çiriya Pêşîn li bajarên Bratislava, Senec û Trnavayê bên kirin.
Tê plankirin ku xelat, roja yekem a festîvalê ango 12ê Çiriya Pêşîn di merasîmekê de bidin nivîkarê Kurd Burhan Sonmez.
Tê çaverêkirin ku nivîskar di çarçoveya festîvalê de di gelek çalakiyan de bi xwînerên xwe re were cem hev.
Berhemên wî li 48 zimanan hatine wergerandin
Berhemên Sonmez li gelek zimanên cuda tên wergerandin û ew beşdarî festîvalên wêjeyî yên navneteweyî dibe.
Sonmez derçûyê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê ye.
Ew di dema parêzeriya mafên mirovan de ji ber êrişa polîsan bi giranî birîndar bûbû.
Paşê Sonmez ji ber sedemên siyasî çû Brîtanyayê û li Londonê di navendeke taybet a ji bo qurbaniyên şkenceyê de demeke dirêj hat tedawîkirin.
Berhemên Sonmez heta niha li 48 zimanan hatine wergerandin.
Romana wî ya Kurdî tê çapkirin
Sonmez heta niha hêjayî Xelatên Wêjeyê yên Sedat Simavi, Orhan Kemal, Václav Havel û EBRDyê hatiye dîtin.
Wî piştî ku pênc roman bi Tirkî nivîsandin, dest bi nivîsandina Kurdî kir.
Berhema yekem a ku nivîskar bi Kurdî nivîsand "Evîndarên Franz K." bû.
Romana Sonmez a Kurdî ya bi navê "Neynika Sor" jî ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat weşandin.
Sonmez niha jî serokatiya PENa Navneteweyî û endamtiya akademiyê ya li Zanîngeha Cambridgeyê didomîne.



