Hewlêr (Rûdaw) - Mata Hariya ku wekî sîxura herî navdar a dîrokê tê zanîn, demekê hemû Parîs li pey xwe dîn û har kiribû lê belê li Fransayê bi tawana xiyaneta li niştiman hat îdamkirin.
Gelo Mata Hariyê bi rastî sirên dewletê dabûn dijminan?
Ew hîn di saxiya xwe de bûbû efsaneyek.
Sala 1905an gava cara pêşîn li Parîsê derket ser dikê, arîstokrat û çîna jorîn a bajêr bi carekê re dil ketin vê jina ciwan.
Di rojnameyên Parîsê de li ser wê ev rêz dihatin nivîsîn:
"Tenê xêliyek û sutyeneke bi cewheran xêzkirî pê ve bû û dans dikir, cilên wê tenê ev bûn.
Beriya wê, qet kesî newêrîbû bi vî rengî, di nav dînîtiyeke lerzok de û bêxêlî derkeve hizûra xwedawendan.
Digel vê yekê, tevgerên wê gelekî spehî bûn, him wêrek û him jî bişerm û kubar bûn."
Mîna rojnamegeran, her kesî wiha bawer dikir ku li nîşandana dansereke perestgehê temaşe dikin lê di rastiyê de, ya li ser dikê jineke Holendî ya porreş bû ku bi lezgînî hewcedarî pereyan bû.
Li Parîsa serdema 'Belle Époque'yê (Serdema Zêrîn) ku dawiya sedsala 19an û pêşiya Şerê Yekem ê Cîhanî wekî serdema dewlemendî, huner û şahiyê tê zanîn meraqeke mezin li ser her tiştê biyanî û egzotîk hebû.
Mata Hariyê jî ev meraq bi kar anî û xwe wekî jineke Hindî da nasîn û digot ew keça kahînekî Brahman ê gelekî qedirbilind e û çîrokeke xeyalî ji jiyana xwe hûnabû:
"Dema ez ji dayîk bûm, dayîka min a ku dansera sereke ya Perestgeha Randa Swanyê bû, di 14 saliya xwe de mir.
Kahînên perestgehê, piştî ku termê wê şewitandin ez xwedî kirim û navê Mata Hari ku bi zimanê Malayî tê wateya çavê şefeqê li min kir."
Wê derew dikirin û digot ji zarokatiyê ve hînî dansên pîroz ên perestgehê bûye û di nîşandanên xwe de xêliyên xwe yek bi yek ji xwe dikirin.
Wê pişt re rojekê dê wiha bigota:
"Min ti carî baş dans nekir. Tenê ji ber ku ez yekem kes bûm û min wêrîbû bi rûtî derkevim hemberî gel, xelk ji bo li min temaşe bikin dihatin."
Keça kumfiroşekî Holendî çawa bû Mata Hari?
Salonên luks ên sosyeteyê, ji bo ku Mata Hariyê bikin mêvana xwe diketin pêşbaziya hev lê kesî nedizanî ku navê wê yê rastîn Margaretha Geertruida Zelle ye û ji bajarê Leeuwardenê yê Holendayê hatiye.
Margaretha keça kumfiroşekî bû û 7ê Tebaxa 1876an li vir ji dayîk bûbû.
Bavê wê yê ku di borsayê de serweteke mezin qezenc kiribû, ew bi diyariyan xeniqandibû.
Heta di 6 saliya wê de, faytoneke ku bizin li pêşiyê bûn jê re kiribû diyarî lê ev jiyana luks tenê heta 13 saliya Margarethayê berdewam kir.
Bavê wê yê ku top avêt, malbata xwe berda û çû, dayîka wê jî piştî 2 salan mir, ew jî şandin ba xizmên wê.
Rojekê di rojnameyê de çavê wê bi vê daxuyaniyê ket:
"Efserekî ku li Giravên Hindistana Rojhilat a Holendayê (Endonezyaya îro) erkdar e û niha li welatê xwe di destûrê de ye, bi mebesta zewacê li keçeke ciwan û xweşik digere ku hev nas bikin.
Rewşa wê ya aborî ne girîng e."
Margaretha bi efserê mêtingeriyê John Rudolf MacLeod re zewicî.
Sala 1897an, ew bi mêrê xwe re çû wê mêtingeha ku wê serdemê wekî Hindistana Holendayê dihat naskirin lê xeyala avakirina jiyaneke mîna bihuştê ya li Rojhilatê Dûr jê re veguherî xewnereşkê.
Zewaca wê her tim bi pevçûnan dilerizî, dû re kurê wan ê 2 salî bi jehrê hat kuştin.
Gava ku ew sala 1902yan vegeriyan Ewropayê êdî ev zewac bi dawî bûbû.
John Rudolf hevjîna xwe terikand û keça wan jî bi xwe re bir. Ji ber ku ti nefeqe nedidayê, Margaretha neçar ma ku jiyana xwe bi tenê bidomîne.
Margarethayê pêşî li Parîsê ji wênesazan re modeltî kir, dû re hewl da di sîrkekê de bixebite û dawiyê karaktera dikê 'Mata Hari' ya ku ew ber bi lûtkeya navdariyê ve bir afirand.
Êdî ji Viyanayê heta Monte Carloyê, ji Berlînê heta Mîlanoyê li cihên herî bijarte derdiket ser dikê û li otelên herî biha dima.
Di dawetên malbata banker a Rothschildan de û li pêşberî Împaratorê Almanyayê Wilhelmê Duyem dans kir.
Bi dîplomat û leşkerên payebilind re hevaltî dikir û wan jî bi comerdî heqê vê hevaltiya Mata Hariyê didan.
Tengasiyan ew di Şerê Yekem ê Cîhanê de kir sîxur
Piştî demekê stêrka Mata Hariyê ber bi vemirînê ve çû.
Dema sala 1914an Şerê Yekem ê Cîhanê dest pê kir, êdî pereyên Mata Hariyê nemabûn ku jiyana xwe ya luks bidomîne.
Ji ber vê yekê, gava konsulê Alman ê li Holendayê pêşniyar kir ku deynên wê bide, wê jî ev daxwaz venegerand.
Konsul di heman demê de jê re got, eger ew bi zilamên girîng ên eniya dijber re rûne û ji wan agahiyan berhev bike ew dê zêdetir pereyan bidin wê.
Wekî pereyê destpêkê soza 20 hezar frankan dayê û bi vî awayî Mata Hari bû sîxura bi koda 'H21'ê.
Gava ku îstixbarata Fransayê jî ew wekî sîxur da xebitandin, Mata Hari veguherî sîxureke dualî lê wê hesabên xwe şaş kiribûn.
Fransizan ew bi tenê ji bo îspatkirina sîxuriya wê ya Almanan wezîfedar kiribû.
Îstixbarata Brîtanyayê jî di dema gerên wê yên li Ewropayê de ew dişopand.
Mata Hari 13ê Sibata 1917an hat girtin, 15ê Cotmehê, di 41 saliya xwe de li xendeka Şatoya Vincennesê ya nêzîkî Parîsê, bi tawana xiyaneta li niştiman hat îdamkirin.
Li gorî gotina şahidan, ew bi serbilindî derket pêşberî mangaya îdamê ya ku ji 12 kesan pêk dihat û nexwest çavên wê werin girêdan.
Wê gotinên xwe yên dawî arasteyî wî fermandarî kirin ku dê fermana gulebarankirinê bida leşkeran, "Spas, Mosyo!"
Gelo Mata Hari bi rastî jî sîxureke jêhatî bû yan na?
Ev yek hîn jî cihê gumanê ye. Wê çi agahî dabin jî, nayê bawerkirin ku wan agahiyan bandoreke berbiçav li qedera Şerê Yekem ê Cîhanê kiribe.
Ev rastî, ji belgeyên wê serdemê yên îstixbarata Brîtanyayê ku bi dehan salan bi şûn de hatin weşandin derdikeve holê.
Mata Hari bi îhtimaleke mezin ji wan re qurbaniyeke amade bû, ji ber ku moral û kelecana şer di nav gel de kêm dibû û dadgeha leşkerî ya Fransayê ew kes dîtibû ku barê şikestinê bixe stûyê wê.
Mata Hariyê heta kêliya dawî jî qebûl nekir ku sîxurî kiriye lê tiştekî tekez hebû, heta nefesa xwe ya dawî jî, di nîşandan û lîstina rola xwe de hosteyeke bêhempa bû.
(Çavkanî: DW)



