Tetwan (Rûdaw) - Şanoger Kulîlka Heskîfê behsa karekterên şanoya Cûdiyê kir û got, “Nav Kurdî ye lê mixabin jiyan hemû bi Tirkî ye.”
Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê didome û di çarçoveya festîvalê de li gel çalakiyên hunerî gelek çalakiyên ji bo zimên jî tên lidarxistin.
Yek ji van çalakiyan nîşandana şanoyên Kurdî yên li kolanan e.
Şanogerên Navenda Çanda Biharê ya Êlihê jî di vê çarçoveyê de şanoyên ji bo zarok û mezinan dilîzin.
Di lîstikan de bal tê behsa girîngiya axaftina bi Kurdî ya di temenê zarokatiyê de tê kirin.
Çîroka xortekî bi navê Cûdî
Koma Şanoyê ya Navenda Çanda Biharê ya Êlihê, bi armanca avakirina hişmendiya axaftina bi zarokan re ya bi Kurdî li seyrangeha Tetwanê lîstikek nîşan da.
Şanogeran ji bo ku balê bikişînin ser bişaftinê, şanoya bi navê “Cûdî” lîst.
Di lîstikê de çîroka xortekî Kurd ê bi navê Cûdî tê vegotin ku malbata wî ew fêrî Kurdî nekiriye.
Şanoger Kulîlka Heskîfê li ser naveroka lîstikê axivî û ev agahî dan:
“Nav Kurdî ye lê mixabin jiyan hemû bi Tirkî ye. Yan jî ji Kurdî gelekî dûr e. Jiyana Cûdî hinekî trajîkomîk e.
Cûdî karakterekî bi wî rengî ye ku ne çanda xwe dizane, ne zimanê xwe û ne jî hebûna xwe dizane. Hema tenê dijî, ez wisa bibêjim.”
"Ez di lîstikê de keviran li wan dixim"
Şanoger Remezan Îlten jî qala rola xwe kir û got:
“Karakterê min wisa ye, yên ku xwe di Tirkî de asê dikin ku bi rastî Tirkî jî nizanin lê Kurdiya xwe avêtiye pişt xwe, ez di lîstikê de keviran li wan dixim.”
Şanoger Apo Dundar jî xwest ku malbat zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin û wiha pê de çû:
“Ez bangî her dayîk û civakê dikim ku bila di biçûkatiyê de van zarokan fêrî zimanê xwe yê şîrîn bikin. Armanca me ev e.”
Malbat çi dibêjin?
Malbatan jî anî zimên ku ji bo parastina zimên, divê Kurdî di biçûkatiyê de di jiyana zarokan de cih bigire û ew bi Kurdî mezin bibin da ku ziman neyê jibîrkirin.
Welatiya bi navê Ayşe Koçê got, “Sûc ê dê û bavên wan e. Bi Tirkî mijûl dibin û paşê dibin Tirk.”
Welatiyê bi navê Ferhat Koç jî got, “Zimanê mirov, jiyan û hebûna mirov e. Ziman rastî û paşeroja mirov e. Ew nebe nabe.”
Songul Cîhangîrê jî got, “Em ji bo xwe û zimanê xwe bi zarokên xwe re Kurmancî diaxivin. Em bi vê yekê bi rastî jî kêfxweş dibin.”
Sevgî Yilmazê jî destnîşan kir ku divê her kes bi xwe dest pê bike û got:
“Her kes dikare ji ber xwe ve çareser bike. Ez nikarim peyvekê jî bi Tirkî bi zarokên xwe re biaxivim, ez tim bi wan re Kurmancî diaxivim.”
Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê 31ê Tîrmehê dest pê kir û dê 10 rojan bidome.
Di festîvala ku dê 9ê Tebaxê bi dawî bibe de, dê li ser rewşa Kurdî gelek çalakiyên din jî werin lidarxistin.


