Li quntara çiyayên Botanê, di sala 1892yan de, li gundê Findikê kaniyeke zelal teqiya. Ew kanî, Seyid Eliyê Findikî bû. Biraziyê wî, Mela Seîd Erzen di pêşgotina dîwana wî de wiha dibêje: “Seyid Elî kurê Seyid Silêman, kurê Seyid Îbrahîm, kurê Seyid ‘Umer, kurê Mele Hesenê Xetîb e. Ev malbat bi rêya Şêx Evdilqadirê Geylanî digihêje Îmamê Hesen. Dema ku tataran bi ser Bexdayê de girt, kalikên wî koç kirin, hatin li Erzenê bi cih bûn. Seyid Elî zaroktiya xwe li Findikê derbas kir. Pêşî li nik bavê xwe xwend. Piştre ji Findikê derket çû Harûnan û li wir feqîtî kir. Piştre li gundê Bafê, li nik Mele Îsmaîl, li Kercosê li nik Mele Necmedîn, li Bişêriyê, li nik Mele Îbrahîmê Korikî xwend. Paşê çû Farqînê, li Mizgefta Behlûl Begê li cem Miftî Seyid Evdilrehman, Mele Hesenê Kiçik, Mele Yaqûb û Mele Hamîd heft salan xwend.”
Elî rabe heta kengê
Tu xafil bî bi vî rengê
Bişo qelbê ji vê jengê
Here rêrast di ce`dê da
Te bê fayde umur bûrand
Di qelbê xwe leîn rûnand
Heçî qencî te jê fûrand
Rija tev çû bi erdê da
De ka rabe ji vî halî
Nebe mexrûr bi vî malî
Qe nabêjî demek xalî
Diçî axir di qebrê da
Di dinyayê te keyf pir kir
Te zulm û cewr û heyf pir kir
Binêr ka te çi hasil kir
Di vê resm û di vê rê da
Ew ne tenê rêwiyê erdnîgariyê, di heman demê de rêwiyê ilmê bû jî. Ji derekê diçû derekê heta bû deryayeke bê binî ya ilm û îrfanê. Mela Seîd behsa serboriya apê xwe Seyid Elî dike û dibêje: “Dersa farisî li cem Hecî Fetahê Hezroyî xwend. Piştî ku vegeriya Findikê, demekê li cem apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikî xwend û îcazeyeke ilmî ji wî stand. Piştî îcazeyê, Şêx Hesenê Findikî keça xwe Rehîme day Seyid Elî. Seyid Elî demekê li Findikê melatiya gund kir, dersa feqiyan da. Di sala 1927ê de Şêx Seydayê Cizîrî ji bo dersdayînê ew dawetî cem xwe kir. Li Serdehlê –ku gundê Şêx Seyda bû- demeke dirêj ders da zarokên mala Şêx Seyda û feqiyên wan. Li ser daxwaza ehlê Cinibrê, Şêx Seyda destûra wî da, çû Cinibrê ku gundekî Cizîrê ye û 25 salan li wir ma. Şêx Seyda hem îcazeya ilmê, hem jî îcazeta xelîfetiyê daye Findikî.”
Meded Seydayê Zenganî
Birêj feyda wekî kanî
Li vî qelbê qewî canî
De belkî bête ser cadê
Bi qurbana te serdarî
Di emrê dîn da guhdarî
Li te pîroz bî sed carî
Libas û xemla îrşadê
Dikim hêvî û sed zarî
Li dergahê te ya Barî!
Tu xweybext kî evî jarî
Bi cahê Xewsê Bexdadê
Seyid Eliyê Findikî, xwedî pênûseke pirberhem bû. Herçiqas em wî îro bi kurmanciya wî ya şirîn nas bikin jî, wî bi zimanê Erebî şaheser afirandine. Berhemên wekî 'Hewaşîn ‘Ela Tefsîrî Qadî el Beydawî' di tefsîrê de, 'Rîsalet el-lem’e' di fiqihê de û 'Zûlfeqarê Elî' di eqîdeyê de nivîsandin. Gelek berhemên Seyda hene. Mixabin ji bilî dîwana wî, berhemên wî yên din çap nebûne.
Lê belê ya ku Findikî kir "Seydayê Dilan", Dîwana wî ya Kurdî ye. Ev Dîwana ku bi dehan caran hatiye çapkirin, ji 52 helbestan pêk tê; piraniya wan qesîde û mesnewî ne. Wî wezna 'Eruz'ê ya Erebî bi Kurmanciyeke gelêrî, herikbar û şirîn hûnand.
Mela Seîd qala vê dîwanê û kesayeta apê xwe dike û dibêje: “Seyid Eliyê Findikî çawa ku alimekî mezin bû, wisa helbestvan jî bû. Qesîdeyên wî di nav xelkê herêmê de gelek bi qîmet in û gelekî jî belav bûne. Zimanê ku di dîwana xwe de bikar aniye gelekî hêsan e; her kes jê fêm dike. Naveroka qesîdeyên wî bi piranî ji şîret û weizan pêk tê. Ji deverên dûr xelk dihatin cem wî da ku weke teberûkê dersekê li bal wî bixwînin. Seyid Elî tu caran dilê kesî nedihişt, her tim beşûş bû. Gelek caran di sohbetên xwe de henek dikirin.”
Di edebiyata klasîk a Kurdî de, 'Xurbet' ne tenê guherîna erdnîgariyê ye; birîneke kûr a rûhî ye. Seyid Elî ji kaniya vê êşê av vexwaribû. Wî ev jana xwe ne bi girî, lê bi helbestê derman dikir. Hacî Şukriyê helbestxwên vê azarê wiha dinehwirîne:
(Dengê Hacî Şukrî – Helbesta Xurbetê)
Dîwana Seyid Elî, ne tenê berhemeke wêjeyî ye; ew di heman demê de "dersxaneyeke olî" ye. Bi şîretkariyê dagirtî ye. Her malikeke wî, bi ava şerîetê hatiye strandin û bi agirê eşqa îlahî hatiye pijandin.
Gelî dost û hevalê min
Bikin pirs û sûalê min
De hûn bigrîn li halê min
Tenê mame di hicranê
Hebîb û nazîdara min
Tebîb û guluzara min
Çewa bêtin hedara min
Nebê hadir li meydanê
Ji dûrbûna te zîbayê
Dinalim ez wekî nayê
Wekî Mecnûnê Leylayê
Dikim gazin ji dewranê
Mijara herî giranbiha û balkêş a Dîwanê, şerê wî yê bi "Nefs"ê re ye. Taybetmendiya herî berbiçav a Seyid Elî ew e ku; ew tîra rexneyê berî her kesî, dide sînga xwe. Ew di helbestên xwe de dadgehekê ava dike; 'Elî' dibe bersûc (tawanbar), û wijdana wî dibe dadwer.
(Dengê Hacî Şukrî – Helbesta Elî rabe)
Seyid Elî, dinyayê wekî "xewnekê" û mirinê wekî "hişyarbûnê" dibîne. Li gorî wî, dinya "Pîreke bêbext" e ku xwe wekî bûkeke ciwan nîşan dide. Ew di helbestên xwe de behsa giringiya nimêjê, tobeyê, xwendina Quranê û dûrbûna ji gunehan dike.
Keyfa dinê bê fayde ye
Wek xewnekî beyhûde ye
Qebra reş e mala me ye
Çawa dinê hûn guh dinê
Heyf e evî umrê delal
Hûn serf dikin l`dinya betal
Haxta biçin qebrê heval
Wê heybet û bizdandinê
Dinyayê bavêjin temam
Zikrê bikin daîm mudam
Da hûn biçin Darusselam
Ew der ku salih dê çinê
Ji bo Seyid Elî, qesrên bilind û holikên feqîran yek in, ji ber ku rawestgeha dawî ji bo herduyan jî çaleke teng, reş û tije ax e. Elî ji dewranê bi gilî ye, dizane ku dostanî û hevalînî nemane, loma bi kezeba şewitî diqîre:
Elî pal de were rayê
Bişo xwe j`ehlê dinyayê
Gelo ma qet te bîr nayê
Nedît te j`wan ji xeyr sarî
Eger zahir de ew dost in
Di batin de tenê post in
Hemî yek kêş û yek bost in
Ji wan dûr be bi hişyarî
Heçî hefsar bidê nefsê
Muheqqeq ev kesê b`tehsê
Ewê paşê biçê hebsê
Belê hebsa reş û tarî
Seyid Elî li derdora xwe dinêre, dibîne ku dinya bê tam bûye, xweşî nemaye û ya herî kambax wefadarî li holê winda bûye, dibêje:
Wefadarî nemaye ey birader
Bi cem kê va biçit ew wî dikit der
Gelek kêm in gelek kêm in wefadar
Ji me bawer dikit yê dîtî bazar
Ji bo te ey birader ez çi bêjim!
Ne lazim ez kula dil j`dil birêjim
Seyid Eliyê Findikî, ev çiyayê ilmê û ev deryaya helbestê, di 1967an de xatir ji me xwest. Niha ew li Taxa Qelê, li kêleka murşidê xwe Şêx Seyda li Cizîrê di xewa xwe ya herheyî de ye. Û li ser kêla gora wî, ev çarîna wî wekî derseke dawî ji bo 'Şêx û Axa û Feqîran' mîras maye:
Di dinyayê heçî rabê
Feqîr û Şeyx û Axa bê
Ji ber mirnê xilas nabê
Di şerq û hem di xerbê de


