Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê li Salona Rewşenbîrî û Hunerî ya Rewandizê, bi beşdariya gelek berpirs, hunermend û kesayetên herêmê, ji bo nîşandana belgefîlma "Awazî Xerend" merasîmek li dar xist.
Ev belgefîlm li ser jiyan û berhemên hunerî yên Mamoste Zirar Mihemed Mistefa hatiye amadekirin.
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser rola girîng a Mamoste Zirar û Tîma Paşayê Mezin ya di qonaxên dijwar de.
Ako Mihemed: Wan çanda Kurdî parast
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed di gotara xwe de anî ziman:
"Di wê demê de ku rejîma Îraqê bi planeke berfireh mijûlî Erebkirina ziman û hestên gundnişînên Kurdistanê bû ku dagirkeriya siyasî bi dagirkeriya çandî temam bike, Mamoste Zirar û ew hunermendên ku di bin navê Tîma Paşayê Mezin de kom bûbûn, mijûlî parastina çand û kelepûra Kurdî bûn."
Birêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê her wiha destnîşan kir ku Rewandiz salên 70 û 80yî ji ber Mamoste Zirar bûbû navendeke hunerî ji bo hemû beşên Kurdistanê û da zanîn:
"Bi serkêşiya wî, stranên herî xweş ên Nasir Rezazî, Necmedîn Xulamî, Ednan Kerîm û Behcet Yehya hatin tomarkirin."
Ako Mihemed xwest ku ev dîrok bibe teşwîqker da ku çiraya hunerê li vê deverê her geş bimîne.
Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb jî diyar kir ku Mamoste Zirar bingeha dîrokeke dewlemend ji bo şano û muzîkê li Rewandizê daniye û got:
"Fikra me ya konferansekê heye ji bo bipêşxistina wan bandorên ku Mamoste Zirar di warê huner û perwerdeyê de hebûne, da ku em Rewandizê li ser asta Kurdistanê bikin navenda hunerê."
Qeymeqamê Rewandizê Ehmed Qadir jî Mamoste Zirar wekî "mûma ronîkirina rewşenbîriyê" bi nav kir ku di serdemeke tarî de huner kiribû çekek ji bo parastina nasnameya neteweyî.
Spasiya Rûdawê hat kirin
Amanc Xazî ku gotara Tîma Muzîkê ya Paşayê Mezin pêşkêş kir, spasiya Tora Medyayî ya Rûdawê kir ji bo belgefîlmê.
Xazî ragihand ku wan xwestiye vê nerîtê bişikînin ku tenê di dema mirinê de bibîranîna kesayetiyan tê kirin û di salvegera jidayîkbûna Mamoste Zirar de bi karên wî serbilind in.
Belgefîlma "Awazî Xerend" berhema Tora Medyayî ya Rûdawê ye û saet 17:00an di merasîmeke hunerî de li Rewandizê hat nîşandan.
Jiyan û xebata Zirar Mihemed Mistefa
Zirar Mihemed Mistefa Îlona 1937an li Rewandizê ji dayîk bûye.
Di nîveka salên 50yan ên sedsala borî de dest bi karê siyasî kiriye.
Sala 1956an çûye nav refên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û sala 1957an bûye endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Sala 1960î bûye Pêşmerge û beşdarî Şoreşa Îlonê bûye.
Gulana 1965an 3 mehan di Girtîgeha Hewlêrê de girtî maye.
Sala 1971ê li gel çend hevalên xwe tîma yekem a muzîkê ya li bajarê Rewandizê ava kiriye.
Pişt re sala 1977an Tîma Muzîkê ya Paşayê Mezin li Rewandizê ava kiriye û bûye berpirsê şaxa Rewandizê ya Komeleya Huner û Wêjeya Kurdî.
Sala 1981ê bi awayekî bi dizî bûye endamê Yekîtiya Hunermendên Kurdistanê.
Sala 1986an Tîma Şanoyê ya Şehîd Şilêr ava kiriye.
Sala 1987an li ser daxwaza xwe malnişîn bûye.
Sala 1994an bûye mamoste û heta sala 2005an careke din malnişîn bûye.
Sala 2005an di merasîmekê de, ji bo 40 saliya xebata hunerî, peykerek ji bo wî hat çêkirin.
Ew hunermendê yekem ê Kurd bû ku di jiyanê de peykerek ji bo wî hat çêkirin.
Mamoste Zirar 7ê Kanûna Pêşîn a 2021ê di 84 saliya xwe de koça dawî kir.


