Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Siûdî ji bo zimanê Kurdî ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin, wergera Kurdî (Kurmancî) ya romana "Sîberdar"ê ya romannivîsa Siûdî Umeyme El-Xemîs, bi wergera Fedwa Derwîşê hat weşandin.
Ev proje ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê bi hevkarîya nûnera Siûdî ya projeyê Ajansa Kelîmatê ve tê meşandin.
"Rêwîtiya jinekê bi pênûsa jinekê"
Wergêra Kurd Fedwa Derwîşê li ser wergerandina vê romanê ya ji zimanê Erebî li Kurdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Ji bo min, wergerandina vê romanê ezmûneke pir xweş û balkêş bû, ji ber ku ew çîroka rêwîtiya jinekê ye û ji hêla jinekê ve hatiye nivîsandin.
Civakên me li vê beşa cîhanê çi qasî ji hev cuda bin jî pirsgirêk û dijwariyên ku jin pê re rû bi rû dibin pir dişibin hev.
Berhemeke wêjeyî ya wekî vê dikare derî ji bo berawirdkirina van ezmûnan bi ezmûna jinên Kurd re veke."
"Sîberdar" yek ji berhemên romanî yên girîng e di ezmûna nivîsandinê ya Umeyme El-Xemîs de.
Çapa yekem a Erebî ya romanê di sala 2008an de ji alîyê Weşanxaneya El-Medayê ve hate weşandin û di sala 2010an de gihîşt lîsteya dirêj a Xelata Navneteweyî ya Romanê ya Erebî.
Fedwa Derwîş derbarê naveroka romanê û ezmûna xwe ya wergerandina wê, axaftina xwe berdewam dike û dibêje:
"Romana Sîberdarê ya nivîskara Siûdî Umeyme El-Xemîs duyemîn berhema wêjeya Kendavê ye ku min bi hevkariya Weşanxaneya Ramînayê wergerandiye zimanê Kurdî, piştî romana (Gera li dor Perengan) a nivîskara Umanî Bedriya El-Şihî."
"Kêfxweş im ku beşdarî avakirina vê pirê dibim"
Fedwa Derwîşa ku heta niha gelek berhemên wêjeyî yên astbilind wergerandine zimanê Kurdî, wergerê wekî pireke çandî û mirovî dide nasîn û dibêje:
"Wekî ku em dizanin, werger pireke girîng e ji bo dan û standina mirovî û çandî di navbera gelan de.
Ez jî kêfxweş im ku beşdarî avakirina vê pirê dibim û berhemeke girîng a wêjeyî ji xwendevanên Kurd re pêşkêş dikim."
Bûyerên romana "Sîberdar"ê li dora karaktera "Cewhere"yê digerin, ew li yek ji nexweşxaneyên bajarê Riyada paytexta Erebistana Siûdî dixebite û li wir bi hevala xwe ya Ewropî Adrîanê re dibe nas.
Fedwa di vî warî de dibêje: "Romana Sîberdarê behsa ezmûna jineke Siûdî di salên 1980 û 1990an de dike. Roman hewl dide veguherînên civakî û rewşenbîrî yên di civaka Siûdî de, her wiha dijwariyên ku jin di warê kar û perwerdeyê de pê re rû bi rû dibin, bi rêya rêwîtiya lehenga sereke ya bi navê El-Cewhere û têkoşîna wê ji bo xwenasîn û bidestxistina serxwebûna fikrî û pîşeyî, ronî bike.
Ev roman pirsgirêkên mirovî yên wekî nasname, azadî, xwebiwêjî û nakokiya di navbera kevneşopî û modernîteyê de derdixe holê."
Wergera "Sîberdar"ê zêdekirineke nû ye bo rêça dan û standina çandî ya di navbera Erebî û Kurdî de ye.
Her wiha derfetê dide xwendevan û lêkolerên Kurdziman ku bi yek ji romanên Siûdî yên ku gihîştîye lîsteya dirêj a Xelata Navneteweyî ya Romana Erebî bibin nas.
Ev hemû di çarçoveya projeyekê de ye ku dixwaze hebûna wêjeya Siûdî di ziman û çandên nû de bihêz bike û bi rêya wergerê pirên domdar di navbera nivîskar û xwîneran de ava bike.
Wergêra Kurd Fedwa Derwîş axaftina xwe ji Rûdawê re wiha qedand: "Pirtûkxaneya Kurdî hewceyê gelek hewldan û projeyan e da ku bi wergerên bêtir ji zimanên cihêreng ên cîhanê, di nav de zimanê Erebî jî, dewlemendtir bibe."
Fedwa Derwîş kî ye?
Fedwa Derwîş wergêreke Kurd e, ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Ji wergerên wê heta niha:
"Xûyên Zordariyê" – Ebdulrehman El-Kewakibî – Weşanxaneya J&J (ji Erebî wergerandiye Kurdî)
"Apê Min Cemşîd Xan" – Bextiyar Elî – Weşanxaneya El-Xan (ji Kurdî wergerandiye Erebî)
"Êvara Perwaneyê" – Bextiyar Elî – Weşanxaneya El-Xan
"Helale" – Eta Nehayî – Weşanxaneya El-Xan
"Qesra Balindên Xemgîn" – Bextiyar Elî
"Ez ê Yekî Bikujim" – Firat Cewerî
"Keç (Daughter)" – Ana Maria Shua – Weşanxaneya El-Xan (ji Îngilîzî wergerandiye Erebî)
"Hişyar Nebe (Don't Wake Up)" – Liz Lawler – Weşanxaneya El-Xan (ji Îngilîzî wergerandiye Erebî)



