Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kovareke xêz û xêzeçîrokan a bi navê Bajar, bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî diweşîne.
Ev kovar ji du mehan carekê bi awayê serhêl (online) tê weşandin û armanca wê ew e ku çanda xwendinê ya bi zimanê dayîkê bi pêş bixe.
Di hejmara Tîrmeh û Tebaxê ya 2026an de danasîna jîyana hunermenda navdar Ayşe Şan û karakterê efsanewî yê çîrokên wêneyî Ken Parker tên kirin.
Her wiha, Keko, Kûto û Dedektîfên Kuçeyên Teng Zilkîf bi serpêhatiyên xwe yên nû di rûpelên kovarê de cih digirin.
Xwendevan dikarin bi awayekî bê pere li ser malpera bajar.tr xwe bigihîjin hemû hejmarên kovarê.

.jpg&w=3840&q=75)

