Dêrsim (Rûdaw) - “Koro Domane Dêrsim” a ku ji zarokên malbatên Dêrsimî yên li Swîsreyê pêk tê, li Meydana Seyîd Riza bi guhdaran re hat ba hev.
Ev koro berhema xebateke çandî û hunerî ye ku ji sala 2018an ve li bajarê Baselê yê Swîsreyê tê kirin.
Bi sedan kes beşdarî konsera li Meydana Seyîd Riza bûn û koroyê berhemên bi Kurdiya Kirmanckî (Zazakî) pêşkêş kirin.
Zarokên di koroyê de pankarteke bi nivîsa "Zone ma xo vir ra meke" (Zimanê me ji bîr meke) vekir û bal kişand ser parastina zimanê dayîkê.
Guhdarên ku meydan dagirtibû jî carinan rêhevaltiya kilaman kir û wan jî bi koroyê re kilam gotin.
Beriya konserê li ser navê organîzasyonê daxuyaniyek hat dayîn.
Hat diyarkirin ku armanca vê xebatê ew e ku zarok bi ziman, kilam, çand û kokên xwe re pêwendiyê deynin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zarokên li Ewropayê mezin dibin di nav ziman û çandên cuda de ne lê girîng e ku pêwendiya wan a bi mîrata wan a çandî re neqete.
Hat gotin ku derketina zarokan a pêşberî gelê xwe yê li Dêrsimê vê pêwendiyê xurttir dike.
Hunermendên jî beşdar bûn
Koroya zarokan li gel hunermend Dîlan Top û Erkan Top berhemên bi Kirmanckî û Kurmancî gotin.
Naciye Dursuna ku ji bo piştgiriya keça xwe ji Almanyayê hatibû Dêrsimê got:
"Ez ji Almanyayê hatim lê em wekî Koro Domane Dêrsim li Baselê kilaman dibêjin. Em niha li Dêrsimê bi zimanê xwe kilamên xwe dibêjin.
Em dixwazin kilamên ku em bi zimanê xwe dibêjin Dêrsimî jî bibînin. Em dixwazin zarokên me çanda me û cihê ku lê ji dayîk bûne bibînin."
"Bila zarok bi zimanê xwe biaxivin"
Parlamentera Swîsreyê Sîbel Arslan jî beşdarî konserê bû û got:
"Ez parlamentera li Swîsreyê me û ez ji bo zarokên me hatim. Wan gelekî xweş got. Ez dixwazim zarokên me bi zimanê xwe biaxivin û kilaman bibêjin."
“Bila her kes zimanê xwe fêrî zarokên xwe bike”
Kerîme Aslanê jî bangî dê û bavan kir û anî zimên:
"Em ji Basela Swîsreyê hatin. Zarokên me li wir kilamên bi zimanê xwe dibêjin. Ew hînî zimanê xwe dibin û em jî piştgiriyê didin wan.
Ew hînî zimanê dê û bavên xwe dibin. Ji ber vê em hatin Dêrsimê û xelk li vir kom bûye.
Bila her kes zimanê xwe fêrî zarokên xwe bike da ku di paşerojê de zarok di mijara ziman de rastî pirsgirêkan neyên."


