Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy soz da ku medreseya dîrokî ya Feqiyê Teyran were nûjenkirin.
Mehmet Nurî Ersoy li Şirnexê beşdarî hinek çalakiyan bû.
Ersoy ragihand ku Parlamenterê AK Partiyê yê Şirnexê Arslan Tatar xwestiye ku Medreseya Feqiyê Teyran were nûjenkirin û got:
“Daxwazeke birêz parlamenterê me (Arslan Tatar) heye. Bila ez li vir sozê bidim wî. Ez îro bi Gerînendehiya Giştî ya Weqfan re diaxivim. Ez xebatên ji bo medreseyê didim destpêkirin. Înşalah ez dê wê bixim nav bernameya 2027an.
Medreseya Feqiyê Teyran li gundê Finikê Rewî yê navçeya Basan a parêzgeha Şirnexê ye.
Medrese niha di rewşeke pir xerab de ye û hema bêje bi temamî kavil bûye.
Feqiyê Teyran (1590-1660) yek ji helbestvanên herî navdar ên wêjeya klasîk a Kurdî ye.
Medreseya wî ya li Şirnexa Bakurê Kurdistanê navendeke girîng a zanînê ya dema Feqiyê Teyran bû.



