Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Koma CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ji bo rewşên herî xirab dibe ku pêwîstî bi partiyeke duyem hebe.
Ozgur Ozel doh piştî civîna koma CHPyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê bi rojnamegeran re axivî û pirsên wan bersivandin.
Wî li ser senaryoya "partiyeke nû" daxuyanî da û diyar kir ku ew ne di nava amadehiya partiyeke nû de ne.
Lê Ozel got ku divê li hemberî senaryoyên siyasî yên awarte planên alternatîv werin nirxandin.
"Em dê namzedê xwe derxin, serokkomar biguherînin"
Ozgur Ozel destnîşan kir ku ew ji bo hilbijartineke pêşwext a ji nişka ve amade ne û got:
“Eger meha çiriya paşîn hilbijartinê bikin ez dê kesê yekem bim ku dengê bidim. Em dê namzedê xwe derxin û serokkomar biguherînin."
Ozel qala nîqaşên partiya nû kir û da zanîn ku ev ne projeyeke siyasî ya heyî ye.
Lê wî anî ziman ku ji bo şert û mercên awarte divê planên alternatîv werin fikirîn û got:
"Jixwe partiyeke nû heye. Dê hebe û divê hebe. Lê me ev ji bo senaryoyeke karesatê fikirî.
Wekî mînak, eger biryara hilbijartineke pêşwext were dayîn û mafê beşdarbûna partiyê ya hilbijartinê nebe, wê demê eger partiyeke nû jî tune be dibe ku şokeke mezin çêbibe."
Ozel diyar kir ku senaryoya partiya nû nayê wateya veqetîna ji CHPyê û wiha domand:
"Ji bo ku di îhtimala herî xirab de bê bikaranîn, dibe ku pêwîst bike em partiyeke duyem amade bikin.
Lê biryareke me ya terikandina CHPyê û derbasbûna partiyeke din nîne û pêvajoyeke wiha dest pê nekiriye.”
Ozel eşkere kir ku ew dê têkoşîna siyasî di bin banê CHPyê de bidomînin û got:
“Ev meşeke mezin a desthilatê ye ku CHPyê derbas dike lê em dê vê ne bi terikandina partiyê, em dê bi têkoşîna di nava partiyê de bikin.”



