Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporê Egitim Senê xwendekarên Kurd û Ereb ji ber nebûna perwerdeya zimanê dayîkê zehmetiyan dikişînin.
Raporê zehmetiyên xwendekarên ku zimanên wan ên dayîkê cuda ne derxistin holê.
Her wiha encamên nebûna perwerdeya zimanê dayîkê bi awayekî zelal nîşan dan.
Koma DEKê ya Egitim Senê ya Edeneyê raporek amade kir.
Sernavê raporê "Perwerdeyeke çawa: Analîza rewş heyî û ji bo xweza-kes-civakê pêşniyara modela perwerdeya demokratîk" e.
Ev rapor li gorî amarên 26 dibistan û 18 hezar û 316 xwendekaran hatiye amadekirin.
Mamosteyê Zanîngeha Çukurovayê Prof. Dr. Adnan Gumuş û komeke xebatê ya ku ji perwerdekaran pêk tê ev rapor amade kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku zimanê dayîkê yê xwendekaran bi piranî Tirkî, Kurdî û Erebî ye.
Lê pergala perwerdeyê nikare bi têrkerî bersiva vê cihêrengiyê bide.
Vebijêrka perwerdeya zimanê dayîkê nîne
Li gorî lêkolînê, li ji sedî 90,5ê dibistanan vebijêrka perwerdeya zimanê dayîkê nîne.
Rapor dide zanîn ku beşeke girîng a xwendekarên ku zimanê wan ê dayîkê cuda ye di pêvajoya fêrbûnê de zehmetiyan dikişînin.
Hat ragihandin ku li ji sedî 77,8ê dibistanan xwendekar van zehmetiyên fêrbûnê dijîn.
Lêkolîn nîşan dide ku sînordarbûna derfetên fêrbûna bi zimanê dayîkê bandoreke neyînî li pêvajoya perwerdeyê dike.
Ji sê xwendekaran yek ji aliyê mamosteyan ve tê dûrxistin
Di raporê de cudakarî û ji derve hiştina di navbera xwendekaran de jî wekî sernavên balkêş derketin pêş.
Li gorî amaran, li ji sedî 92,3yê dibistanan di navbera xwendekaran de cudakarî yan jî kiriyarên cuda tên dîtin.
Hat diyarkirin ku ji sê xwendekaran yek ji aliyê mamosteyan ve tê dûrxistin.
Lêkolîn destnîşan dike ku di qadên perwerdeyê de nedîtina cihêrengiyên zimanî û çandî bandorê li ahenga xwendekaran û serkeftina wan a akademîk dike.
Xizanî bandorê li mafê perwerdeyê dike
Raporê eşkere kir ku pirsgirêkên di perwerdeyê de tenê bi mijara ziman re sînordar nînin.
Şert û mercên aborî jî rasterast bandorê li jiyana perwerdeyê ya xwendekaran dikin.
Nêzîkî ji sedî 90ê malbatên xwendekaran di bin sînorê xizaniyê de dijîn.
Li gorî raporê gelek xwendekaran derfetên baş ên xwarinê nînin.
Ji sedî 47ê zarokan hefteyê 4-5 rojan bêyî ku taştê bixwin diçin dibistanê û ji sedî 48,3yê wan jî qet fêkiyan bi xwe re nabin.
“Pêwîstî bi perwerdeya demokratîk û pirzimanî heye”
Di rapora ku ji aliyê Prof. Dr. Adnan Gumuş û koma xebatê ve hatiye amadekirin de hat ragihandin ku pêwîstî bi modelekê heye.
Ev modela perwerdeyê divê demokratîk be, her kesî li xwe bigire û cihêrengiyên zimanî û çandî yên xwendekaran li ber çavan bigire.
Raporê destnîşan kir ku divê derfetên perwerdeya bi zimanê dayîkê werin bipêşxistin.
Ev yek ji bo kêmkirina zehmetiyên fêrbûnê, xurtkirina wekheviya di perwerdeyê de û tevlîbûna xwendekaran a di pêvajoya perwerdeyê de gelekî girîng e.
