Hewlêr (Rûdaw) - Bertekên derbarê Kemal Kiliçdarogluyê ku bi biryara dadgehê wekî Serokê Giştî yê CHPê hatibû danîn berdewam dikin.
Şirketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Kondayê encamên lêkolîneke balkêş parve kirin.
Li gorî rapirsiyê, tenê ji sedî 5ê endamên CHPyê dixwazin Kiliçdaroglu bibe serok.
Lê ev daxwaz di nav alîgirên AK Partiyê de gihiştiye ji sedî 39an.
Her wiha tê dîtin ku ji sedî 31ê alîgirên MHPyê jî piştgiriyê didin serokatiya wî.
Biserdegirtina polîsan û biryara dadgehê
Dengvedanên li ser biryara "betalkirina mutleq" a derbarê CHPyê de berdewam dikin.
Her wiha bertekên li ser biserdegirtina polîsan a bi ser Navenda Giştî ya CHPyê de jî didomin.
Di demeke wiha de saziya Kondayê rapirsiyeke balkêş belav kir.
Birêvebirê Giştî yê Kondayê Aydin Erdem encamên rapirsiya xwe di bernameyeke televîzyonê de eşkere kirin.
Ev rapirsî piştî biryara dadgehê hatiye kirin.
Encamên rapirsiyê
Encamên balkêş ên rapirsiyê bi vî rengî ne:
Rêjeya CHPyiyên ku dibêjin "Divê Kiliçdaroglu bibe serokê giştî" tenê ji sedî 5 e.
Lê ji sedî 39ê alîgirên AK Partiyê û ji sedî 31ê alîgirên MHPyê daxwaza serokatiya Kiliçdaroglu dikin.
Ev piştgirî di nav alîgirên DEM Partiyê de di asta ji sedî 14an de ye.
Her wiha rêjeya kesên bêbiryar jî wekî ji sedî 13 hatiye pîvandin.
