Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro ji sedî 2 zêde bû.
Ev bihabûn piştî wê yekê hat ku Îsraîlê ferman da hêzên xwe ku zêdetir bikevin nav axa Libnanê û aloziyên Îran û Amerîkayê jî bêhtir bûn.
Bihayê bermîleke petrola brent 2,16 dolaran anku ji sedî 2,37 zêde bû û gihîşt 93,28 dolaran.
Her wiha bihayê petrola xav a Teksasê (WTI) jî 2,37an dolar anku ji sedî 2,71 zêde bû û gihîşt 89,73 dolaran.
Aloziya li Libnanê û bandora wê ya li ser bazarê
Gurbûna şerê li Libnanê ew hêvî kêm kir ku Amerîka û Îran karibin di demeke nêzîk de peymana agirbestê dirêj bikin.
Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser “mayînên li Tengava Hurmizê” ragihand:
"Dilgiraniyên li ser hebûna mayînan a li Tengava Hurmizê ku rêyeke sereke ya veguhastina petrol û gazê ye zêde dibin."
Sycamore destnîşan kir ku ev yek dikare pêvajoya vekirina tengavê giran bike û li pey çû:
"Tewr eger peymanek çêbibe jî ev nayê wateya dabînkirina bilez a petrolê ya di bazaran de."
Malpera Axiosê roja înê eşkere kir ku Îranê di çend rojên dawî de li tengavê mayînên zêdetir çandine.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihandibû ku hewldana ji bo çandina mayînan zêdetir binpêkirina agirbestê ye.
Alozî pir dibin
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan dawiya hefteyê li Îranê hinek êriş pêk anîne.
Supaya Pasdaran a Îranê jî îro berê sibehê da zanîn ku wan li baregeheke asmanî ya Amerîkayê xistiye.
Artêşa Kuweytê diyar kir ku wan bi rêya pergalên parastina asmanî bersiv daye êrişên bi mûşek û dronan.
