Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ku Banka Federal a Amerîkayê rêjeya faîzê bilind kir, bihayê zêr li bazarên cîhanê û Herêma Kurdistanê daket û li Dihokê daxwaza ji bo zêr ji sedî 80 zêde bû
Bihayê misqalek zêrê 18 eyar daket 762 hezar dînaran.
Zêrîngerekî Dihokê diyar kir ku ji ber erzanbûnê daxwaza kirîna zêr ji sedî 80 zêde bûye.
Piştî ku Banka Federal a Amerîkayê mehekê berê biryara bilindkirina rêjeya faîzê da, bihayê onsa zêr li bazarên cîhanê zêdetirî 100 dolarî daket.
Vê yekê bandoreke rasterast li bazarên Herêma Kurdistanê jî kir.
Zêrîngerê ji Dihokê Yûnis Seîd Ehmed ji Rûdawê re axivî û got, "Birêvebiriya Amerîkayê rêjeya faîzê zêde kir û vê yekê bandoreke neyînî li zêr kir."
"Daxwaz ji sedî 80 zêde bûye"
Daketina bihayan bazara kiriyaran geş kir lê ya firoşkaran jî sar kir.
Yûnis Seîd Ehmed wiha got, "Dema ew biryar hat dayîn û bihayê zêr daket, daxwaza xelkê ya ji bo kirînê nêzîkî ji sedî 80 zêde bû.
Kesên ku zêrê wan hebû, zêrên xwe nefirotin çimkî bihayê wî erzan bûbû."
Li gorî gotina wî zêrîngerî, hişyariya xelkê ya li ser kirîn û firotina zêr zêde bûye û ew dizanin ka kîjan dem ji bo kirînê guncaw e.
“Zêr him xeml e him jî xezîne ye”
Yûnis Seîd Ehmed li ser cureyên zêr ên ji bo razemeniyê şîret li bikiran kir û got:
"Yê ku ji bo razemeniyê dikire, bila zêrê meskûk bikire. Yê ku ji bo xemilandinê dikire, bila zêrê asayî bikire. Di her du rewşan de jî mirov sûdê jê dibîne, ji ber ku zêr him xeml e him jî xezîne ye."
Zêrîngerê Dihokî tekez kir ku zêr bi hêsanî dibe pereyê neqd û ji ber vê yekê her dem daxwazeke mezin li ser heye û got:
“Zêr wekî pereyê neqd e. Dema tu otomobîlekê dibî pêşangehê, pêvajoya veguhastina xwedîtiyê û karên din hene.
Ji bo xanî û avahiyan jî heta tên firotin dem lazim e lê zêr yekser dibe pere, ji ber wê jî her dem daxwaz li ser heye."


