Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro bi daketinê berdewam kir û nêzîkî asta berî şer bû.
Ev yek piştî wê rû da ku keştiyên asêmayî ji Tengava Hurmizê derketin.
Îro bihayê bermîleke petrola xav a brent 40 sent anku ji sedî 0,54 daket û bû bi 73,34 dolaran.
Her wiha bihayê petrola Texasê ya Amerîkayê jî 27 sent ango ji sedî 0,38 daket û bû bi 70,07 dolaran.
"Zû vegeriyan"
Şirovekarê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser vê mijarê got:
"Leza vê daketinê gelek kes şok kirin. Bazar vegera petrola Rojhilata Navîn gelekî ji ya ku dihat çaverêkirin leztir dibînin."
Bihayê petrola brent û Texasê roja çarşemê zêdetirî 3 dolarî daketibû.
Rêya keştiyan vebû
Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright çarşemê eşkere kir:
"Veguhastina petrolê ya di ser Tengava Hurmizê re nêzîkî asta berî destpêkirina şerê Îranê bûye."
Wright her wiha got, "Herî kêm 20 milyon bermîl petrol di 24 demjimêrên dawî de ji Tengava Hurmizê derketiye."
Wî bal kişand ser wê yekê ku vegera li rewşa asayî ya tam dê çend hefteyan bikişîne, ji ber ku divê tengav ji mayînan were paqijkirin.
Peymana destpêkê ya hefteya borî ya ji bo bidawîkirina şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê, bû sedem ku veguhastina petrolê dîsa dest pê bike.
Umanê roja çarşemê ji bo hêsankirina derketina keştiyan a ji Tengava Hurmizê rêyeke demkî vekir.
Serokwezîrê Qeterê jî ji bo gotûbêjkirina birêvebirina tengavê ya di paşerojê de li gel Îran, Îraq û welatên Kendavê serdana Umanê kir.
Bala bazaran li ser tengavê ye
Saziya Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê (EIA) çarşemê eşkere kir ku giştî yedeka petrola xav a Amerîkayê hefteya borî gihîştiye asta herî nizm a ji sala 1984an û vir ve.
Sedema vê yekê xwesteka zêde ya parzûngehan û bikaranîna yedeka nîştimanî ya ji aliyê hikûmetê ve ye.
Lê wiha xuya dike ku bazaran guh nedaye van amaran, ji ber ku bala bazirganan bi temamî li ser Tengava Hurmizê ye.



