Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hejar û feqîr roj bi roj xweziya xwe bi doh tînin û rewşa wan xerabtir, sifreya wan hejartir dibe.
Mûçeyê wan li hemberî enflasyonê wekî berfa li ber rojê dihele lê kirêya xanî, av û elektrîk û pêwîstiyên jiyana rojane bihatir dibin.
Bi taybetî jî xanenişîn gazinan dikin û dibêjin, bi mûçeyê kêm jiyan nameşe. Îro tiştekî bi nirxekî dikirî, sibe girantir jî bi dest nakeve.
Xanenişîn Mehmet Şahin diyar kir ku mûçeyê wan kêm e, bi mûçeyê kêmane jiyan nameşe û got:
“Kirêya xaniyan berdewam zêde dibe, em xanenişîn çi bikin? Aboriya Tirkiyê ber bi hilweşînê ve diçe.
Îro tiştekî bi nirxekî dikirî, sibe girantir jî bi dest nakeve. Bi mûçeyê 7 hezar û 500 lîre çi tê kirîn? Biçe marketekê nikarî bi dilê xwe pêdiviyên xwe bikirî.”
Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Tirkiyeyê, 27ê Kanûna Pêşînê ya 2023yan, mûçeyê kêmanê yê sala 2024an wek 17 hezar û du lîre diyar kir ku li gorî bihayê niha dike nêzîkî 580 dolar.
Xanenişîn Hamdi Akkuş jî got, “Dema mûçe bû 17 hezar, piştî mehekê rêjeya enflasyonê ilind dibe û hemû tişt biha dibin.
Bi vê jî sûdê ji mûçeyê kêmane nabînin. Divê hikûmet rê li ber giranbûna nirxê xorakê û pêdiviyên serekî bigre. Te niha mûçe zêde kir lê miha Kanûna Paşînê û Sibatê her tişt du qatan biha dibin, wate tiştek nehatiye kirin.”
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê, enflasyon li wî welatî ji sedî 64 e lê hinek sendîkayên serbixwe dibêjin enflasyonê ji sedî 100 derbas kiriye.
Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo parastina hevsengiya navbera dahat û enflasyonê, salane du caran destkariya mûçe dikir.
Lê hikûmet dibêje, xişteya nû ya mûçe heta dawiya sala 2024an kar pê tê kirin û nayê destkarîkirin.
.webp&w=3840&q=75)

