Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Desteya Gumrikê ya Îraqê ragihand ku dahata giştî ya gumrikan ji destpêka îsal ve gihîştiye 3 trilyon dînarî (2,2 milyar dolarê Amerîkî).
Birêvebir eşkere kir ku ew bi gumrikên Herêma Kurdistanê re di qonaxa lihevkirinekê de ne lê bicihanîna wê ya tam bi zelalbûna dahata ji sedî 50yî ya di çarçoveya yasaya budceyê de ve girêdayî ye.
Birêvebirê Giştî yê Desteya Gumrikê ya Îraqê Samir Qasim Dawud li ser gotûbêjên navbera Bexda û Hewlêrê yên li ser sîstema Asycudayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Samir Qasim Dawud got:
“Em di gotûbêjên bi Herêma Kurdistanê re gihîştine qonaxeke gelekî bipêşketî.
Ji aliyê teknîkî ve ti pirsgirêkên me bi gumrikên Herêma Kurdistanê re nînin û li ser piraniya xalan peymanek heye lê çend pirsgirêk mane ku bi yasaya budceyê ve girêdayî ne, bi taybetî jî pirsgirêka radestkirina ji sedî 50yê dahatên ji bilî petrolê.”
Birêvebirê Giştî yê Gumrikê da zanîn ku civînên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de yên li ser sîstema Asycudayê berdewam dikin û komîteyên hevbeş ji bo ku sîstem di demeke herî kurt de were bicihanîn dixebitin.
Birêvebirê Giştî yê Desteya Gumrikê li ser dahata gumrika Îraqê ya îsal got:
"Heta nîveka vê mehê, dahata giştî ya gumrikê gihîştiye 3 trilyon dînarî."
Samir Qasim Dawud destnîşan kir ku ev zêdebûna dahatê bi saya tundkirina rêkarên çavdêriyê, çaksaziya giştî ya li Desteya Gumrikê û bicihanîna sîstema Asycudayê pêk hatiye û got:
"Vê pêngavê bandoreke rasterast li kêmkirina gendeliyê û zêdebûna dahatê kiriye."
Sîstema dayîna pereyan a pêşwext dest pê dike
Samir Qasim Dawud li ser rêkarên rêlibergirtina sextekariya di pênaseyên gumrikê de eşkere kir ku qonaxa sêyemîn a sîstema Asycudayê bi navê "Deriyê Yekgirtî" dest pê kiriye û ev sîstem dê dawî li sextekirina belgeyan û destkariya di pênaseya kel û pelan de bîne.
Samir Qasim anî zimên:
"1ê Çiriya Pêşîn sîstema dayîna pereyan a pêşwext a gumrikê dest pê dike.
Baca gumrikê dê di dema hewalekirina pereyan de bi rêya bankan bi awayekî pêşwext were standin.
Her wiha girêdana vê sîstemê ya bi Banka Navendî ya Îraqê ve dê roleke mezin di rêlibergirtina şûştina pereyan û gendeliyê de bilîze."
Rewşa deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê
Birêvebirê Giştî yê Gumrika Îraqê li ser pirsa ka gelo ev biryara dayîna pereyan a pêşwext deriyên Herêma Kurdistanê jî li xwe digire yan na da zanîn:
"Ew şirketên Herêma Kurdistanê yên ku bi rêya deriyên sînor ên federal kel û pelan tînin û li Banka Navendî qeydkirî ne, ev biryar wan li xwe digire lê li deriyên Herêma Kurdistanê nayê bicihkirin çimkî ji bo dayîna pereyan a pêşwext şert e ku sîstema Asycudayê hebe."
Birêvebirê Giştî yê Desteya Gumrikê li ser rêlibergirtina qaçaxçîtiyê jî anî zimên:
"Beşên kontrolkirin û têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê li hemû gumrikên Îraqê hatine çalakkirin da ku rê li ber hewlên anîna kel û pelên neyasayî ya bazarên Îraqê were girtin."



