Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest ku hawirdekirina masiyan were qedexekirin.
Sedema vê yekê ew e ku hilberîna navxweyî nêzîkî asta xwetêrkirinê bûye.
Wezaretê ragihand ku berhema navxweyî ya salane ji 30 hezar tonî zêdetir bûye.
Zêdetirî 11 hezar hewzên masiyan
Berdevkê Wezareta Çandiniyê Qareman Qadir ji Rûdawê re axivî û got, "Niha zêdetirî 11 hezar hewzên masiyan hene."
Di nav rûbaran de 11 projeyên qefesan û 11 projeyên xwedîkirina masiyên ava sar (semon) li Herêma Kurdistanê hene.
Bi saya van projeyan hilberîna salane gihîştiye ser 30 hezar tonî.
Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê, pêwîstiya salane ya xelkê Herêma Kurdistanê bi masiyan 35 hezar ton e.
Di werza germ de jî xwestek di navbera 12 û 15 hezar tonî de ye.
Berdevekê wezaretê da zanîn ku berê xwetêrkirina wan a werzî hebû û got, “Lê niha em gelekî nêzîk bûne ku em bigihîjin xwetêrkirina salane.
Ji ber vê yekê wezaret pêbendî qedexekirina hawirdekirinê ye. Armanca me ew e ku em berhemên cotkaran û projeyên navxweyî biparêzin."
Çavkaniyên hawirdekirinê: Îran û Tirkiye
Tevî zêdebûna berhema navxweyî jî hîn beşek ji pêwîstiya bazarê bi hawirdekirinê tê tijîkirin.
Îran çavkaniya sereke ya hawirdekirina masiyên zindî û mezin e.
Tirkiye jî di rêza duyem de tê.
Ew bi taybetî ji bo hawirdekirina masiyên semonê çavkaniyeke girîng e.
Her wiha ji parêzgehên Îraqê jî di hinek demsalan de masî tên anîn.
Lê di dema pêwîst de ev ji aliyê Herêma Kurdistanê ve tên sînordarkirin.
Xwesteka li ser masiyan
Li gorî şopandina Rûdawê, xwesteka herî zêde ya kiriyaran li ser masiyên cureyê "Karp" e.
Bihayê her kîloyeke vî masiyî di navbera 4 û 6 hezar dînarî de ye.
Li gorî pîvanên cîhanî, salane bikaranîna masiyan a ji bo her kesekî di navbera 2,5 û 3 kîloyî de ye.
Di havînê de ji ber germayê xwestek kêm dibe.
Di payîz û zivistanê de jî xwestek bi awayekî berbiçav zêde dibe.
Dihok di rêza yekem de ye
Ji aliyê cografî ve, parêzgeha Dihokê di hilberîna masiyan a li Herêma Kurdistanê de pêşeng e.
Piştî wê parêzgeha Silêmaniyê bi taybetî Şarezûr, Derbendîxan û Dûkan tê.
Dûv re parêzgeha Hewlêrê (Koye, Mexmûr û Deşta Hewlêrê) tê.
Piştî wan jî Helebce û îdareyên serbixwe tên.
.webp&w=3840&q=75)


