Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, van rojên dawî ji ber bihabûna sotemeniyê nan jî biha bû.
Vê yekê rasterast bandor li rewşa aborî ya xelkê kiriye.
Bihayê nanekî ku berê bi 5 hezar lîreyên Sûriyeyê dihat firotin, niha gihîştiye 7 hezar û 500 lîreyan.
Mazot biha bûye
Xebatkarê firneyê Yehya Îbo li ser sedema vê yekê axivî û got:
"Ji ber ku mazota me biha bûye, bihayê nan jî bilind bû.
Berê mazot bi 12 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê bû, niha bûye 17 hezar û 500 lîre.
Ji ber wê yekê jî welatî kêm nan dikirin."
Xelkê bi vê bihabûnê re hejmara wî nanê ku rojane dikirî kêm kiriye.
Welatî dibêjin ku ev bihayên nû ji bo wan gelekî giran in.
Xwediyê firneyê Mistefa Xelîl jî da zanîn ku ji ber bihabûnê karê wan jî kêm bûye û got:
"Kes nîne ku nan bikire, tek û tuk mirov tên. Her demjimêrekê kesek tê û nan dikire.
Carinan ji me re dibêjin nan zêde bikin û du pelan bidin me da ku destê me neşewite. Mafê wan e jî, mafê me ye jî."
Welatiya bi navê Sîlda Bekiyê jî gazinên xwe yên li ser rewşê wiha anîn zimên:
"We nan biha kir me fêm kir lê çima hûn ji her kîsikekî nanekî kêm dikin?
Ma dê feqîr çawa bikirin?"
Malbat di nav vê bihabûnê û kêmbûna hêza kirînê de, neçar dimînin ku di xerciyên xwe yên rojane de bêtir hesabê xwe bikin.
Ev yek bandoreke rasterast li kirîna wî nanî jî dike ku xwarina sereke ya ser sifreyan e.


