Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Temyîzê ya Îraqê giliyê Wezareta Petrolê ya Îraqê ya li dijî 9 şirketên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê dixebitin red kir.
Dadgeha Temyîzê ya Îraqê îtiraza Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ya li ser doza ku Wezareta Petrolê ya Îraqê li dijî 9 şirketên navneteweyî yên li Herêma Kurdistanê çalak in vekiribû, nirxand.
Dadgeha Temyîzê giliyê li dijî şirketan red kir û biryar da ku peymanên sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê derbasdar in.
Di daxuyaniya dadgehê ya li ser biryarê de hat gotin:
“Peymanên bi şirketên petrolê re berî biryara Dadgeha Bilind a Federal a ji bo betalkirin yasaya petrol û gazê hatine îmzekirin û niha derbasdar in.”
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, pêvajoya dadgehê piştî ku Dadgeha Bilind a Federal a Îraqê 15ê Sibata 2022yan biryar da ku yasaya petrol û gaza Herêma Kurdistanê betal bike dest pê kir.
Wezareta Petrolê ya Îraqê doz vekir
Wezareta Petrolê ya Îraqê li Dadgeha Bazirganiyê ya Kerxê ya li Bexdayê li dijî 9 şirketên biyanî yên ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re peyman îmze kirine doz vekir.
Dadgeha Bazirganiyê ya Kerxê cara yekem 4ê Tîrmeha 2022yan biryar da ku peymanên wan 9 şirketan bên betalkirin.
Piştî biryarê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ji bo betalkirina biryarê serî li temyîzê da.
20ê Tebaxa 2024an biryara ku Dadgeha Bazirganiyê ya Kerxê berê dabû ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat betalkirin.
Wezareta Petrolê ya Îraqê ji bo betalkirina biryara dadgehê ya ku peymanên petrolê qanûnî dîtin careke din serî li temyîzê da.
Dadgeha Temyîzê ya Bilind a Îraqê, îtiraza dawî ya Wezareta Petrolê ya li dijî biryara Dadgeha Îstînafê ya qanûnîkirina peymanan 22yê Kanûna Paşîn a 2025an red kir.
Şirketên ku li dijî wan doz hatiye vekirin, DNO, Addax Petroleum, Dana Gas, Shamaran Petroleum, Western Zagros, Gas Prom, Gulf Keystone Petroleum, HKN Energy û Genel Energy ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse