Karwanê topavêtiyan mezin dibe: 79 hezar şirket hatine girtin

4 demjimêr berê
Nîşan Şirket Topavêtin Îflas Krîza Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 3 salan de 79 hezar û 485 şirket hatine girtin û hezar û 260 şirketî îflasa xwe ragihandiye.

Qeyrana aborî ne tenê pişt li xelkê şikandiye, berê gelek şirketên mezin jî daye îflasê.

Parlamenterê CHPyê Mehmet Tahtasiz, pirsenameyek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyeyê kir û ji Wezîrê Bazirganiyê pirsî bê ma salên dawiyê çi qas kompanyayan top avêtiye.

Li gorî bersiva Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera 1ê Kanûna Paşîn a 2021ê û 31ê Tîrmeha 2024an de 79 hezar û 485 şirket hatine girtin.

Her wiha di heman heyamî de 446 hezar û 227 şirketên nû hatine damezirandin.

Ji destpêka sala 2021ê û heta 31ê Temûza 2024an serlêdana hezar û 260 kompanyayên ku îflas kiriye hatiye qebûlkirin.

Her wiha hezar kompanyayên din jî serlêdana îflasê kiriye û pêvajoya wan berdewam dike.

Divê were gotin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî milyonek û 491 hezar û 987 şirket hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst