RIHA - Cotkarên pembo îsal zererê dikin

26-10-2023
Mihemed Emîn Demir
Zeviyeke pembo li Rihayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Zeviyeke pembo li Rihayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Riha Cotkar Pembo Zerer Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê çinîna pembo berdewam dike.

Pembo wekî zêrê spî tê binavkirin lê cotkar ji bihayê pembo yê li bazarê ne razî ne û dibêjin li beramberî xerciyên zêde zererê dikin.

“18 lîre cotkaran xilas nake”

Abdurrahman Aydogduyê ku hem cotkar hem jî endezyarê çandiniyê ye got:

“Îsal ji ber ku hewa gelekî germ bû, bêndera pembo cotkaran razî nake. Bênder kêm tên û herwiha bihayê pembo jî gelekî erzan e.

Niha kîloyeke pembo nêzîkî 18 lîreyan e. Li beramberî vê bihabûnê mazot, gubre û hemû tişt gelekî biha bûn lê berhema cotkaran erzan bû.

Li aliyekî pembo, li aliyekî genim û li aliyekî garis erzan e. Ev jî cotkaran razî nake. Ji ber ku di vî pemboyî û çandinê de kedeke zêde heye.

Ev ked divê ne bi 18 lîreyan be, ji ber ku 18 lîre cotkaran xilas nake.”

Ji bilî cotkaran xwediyê makîneyên dirûnê jî ji rewşê û bihayan ne razî ne.

“Pembo erzan e û mazot biha ye”

Muhittin Doganturkê xwediyê makîneya dirûnê nerazîbûna xwe wiha anî zimên:

“Mazot biha ye û cotkar dibêjin me xilas nake, pembo erzan e û mazot bihaye. Mesref zêde ye û pembo erzan e.

Xwediyê pembo dibêjin xerciyên bîçerê giran in. Bîçer jî me xilas nake û malzeme biha ne. Mazot biha ye û em nikarin parçeyan bikirin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û sala par lîtreyeke mazotê bi 27 lîreyan bû lê niha gihiştiye 40 lîreyî.

Bihayê tonek gubreyê pembo par vê mehê 8 hezar û 400 lîre bû, îsal bûye 13 hezar û 500 lîre.

Li hemberî zêdebûna xerciyan bihayê pembo jî sala par di navbera 15-16 lîreyan de bû.

Pembo îsal bi 18-19 lîreyan tê firotin ku bihayê wî tenê ji sedî 10 zêde bûye.

Herwiha heqdestê karker û makîneyên dirûnê jî zêdetir ji sedî 100 zêde bûye.

Ji sedî 37ê pemboyê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji Rihayê tê û bihayê pembo di hemû sektoran de bandoreke rasterast li aboriya bajêr dike.

Sedema herî mezin a daketina bihayê pembo jî hawirdeya (kirîna ji derve) Tirkiyeyê ye.

Hawirdeya Tirkiyeyê ya deziyê pembo sala 2022yan ji sedî 31 zêde bû û gihişt milyarek dolar.

Herwiha Tirkiyeyê sala par bi bihayê 3,3 milyar dolaran, milyonek û 200 hezar ton pembo hawirde kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst