Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê ragihand ku qebareya bazirganiyê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de di 5 mehên destpêkê de 3,7 milyar dolarên Amerîkî bûye.
Berdevkê Wezareta Bazirganiyê ya Îraqê Mihemed Henûn ji Rûdawê re axivî û got:
"Tirkiye yek ji hevparên herî girîng ên bazirganiyê yên Îraqê ye.
Qebareya dan û standina bazirganiyê ya di navbera her du welatan de sala 2025an zêdetirî 14,3 milyar dolarên Amerîkî bû.
Di 5 mehên destpêkê yên îsal de jî ev qebare nêzîkî 3,7 milyar dolarên Amerîkî bû."
Mihemed Henûn qebareya bazirganiyê bi "baş" bi nav kir û diyar kir ku ev yek hêza pêwendiyan nîşan dide.
Serdana Enqereyê û peymanên nû
Mihemed Henûn got:
"Serdana fermî ya Elî Zeydî ya Enqereyê gaveke stratejîk e ji bo berfirehkirina hevkariya aborî ya di navbera her du aliyan de."
Mihemed Henûn da zanîn ku di civînên Enqereyê de li ser çend mijarên sereke tê axaftin.
Di nav wan de bilindkirina asta dan û standina bazirganiyê, çareserkirina astengiyên li ber tevgera kel û pelan a li deriyên sînorî, bipêşketina veberhênanê, pîşesazî û çalakkirina Komîteya Aborî û Bazirganiyê ya Hevbeş (JETCO) ji bo dabînkirina berjewendiyên her du welatan hene.
Mihemed Henûn destnîşan kir ku Wezareta Bazirganiyê bi serperiştiya Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê Mistefa Anî ji bo ku kel û pelên Îraqê di bazarên Tirkiyeyê de cih bigirin û hevsengî di bazirganiyê de çêbibe dixebite.
Henûn her wiha anî ziman:
"Ev hevparî tenê bazirganiyê li xwe nagire.
Di heman demê de warên veguhastinê, qadên pîşesazî û veberhênanê jî li xwe digire ku dê bandoreke erênî li aboriya niştimanî bike."
Berdevkê Wezareta Bazirganiyê anî zimên ku bi rênimayiya Serokwezîrê Îraqê ew dê xebatên xwe yên bi aliyê Tirkiyeyê re bidomînin ku encamên vê serdanê bi rêya peymanên pratîkî veguherînin rastiyê.



