Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Çavkaniyên Avê ya Helebê ragihand ku dê roja înê kanalên avdanê yên Bendava Meydankê ya Efrînê bên vekirin.
Li gorî daxuyaniya birêvebiriyê, dê roja înê kanalên avdanê bi avê tije bibin û asta avê li wan kanalan bilind bibe.
"Avjenî qedexe ye"
Birêvebiriya Çavkaniyên Avê ya Helebê bangî welatiyan kir ku xwe ji kanalan dûr bigirin û li wan deran avjeniyê nekin.
Birêvebiriyê her wiha destnîşan kir ku çûna zarokan a li nêzîkî kanalan qedexe ye û divê malbat di vî warî de baldar bin.
Beriya niha di raporeke Rûdawê de, cotkarên Efrînê xwestibû ku kanalên avdanê werin vekirin da ku ew karibin zeviyên xwe av bidin.



.webp&w=3840&q=75)