Amerîkayê xwest ku Îraq zû dest bi hinartina petrola Kurdistanê bike

26-02-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îraq Petrol Herêma Kurdistanê Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ji Serokwezîrê Îraqê xwest ku ew zû dest bi hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê bikin û mercên peymanên şirketên petrolê yên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, bêne berçavgirtin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tami Bruce ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja sêşemê bi telefonê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî re axivî.

Tami Bruce da zanîn ku di wê pêwendiya telefonî de li ser hevpeymaniya stratejîk a Amerîka-Îraqê, destpêkirina jinûve ya hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê, kêmkirina bandora milîsên ku li Îraqê îran piştgiriya wan dike û rewşa Sûriyeyê axivîn.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyê de got:

 "Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê û Serokwezîrê Îraqê li ser serbestiya Îraqê ya di warê enerjiyê de û ji nû ve destpêkirina hinartina petrolê [ya Herêma Kurdistanê] bi lez bi rêya boriya Tirkiye-Îraqê li hev kir."

Marco Rubio tekezî li ser wê yekê kir ku divê rêz li mercên peymanên şirketên petrolê yên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê û Îraqê kar dikin, were girtin û got ku ev yek ji bo hilberîna zêdetir ên Amerîkayê ya li Îraqê girîng e.

Li gorî daxuyaniya Berdevka Wezareta Karên Derve, Rubio bi Serokwezîrê Îraqê re rewşa Sûriyeyê jî nirxandiye.

Tami Bruce her wiha got, "Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê gotiye ku divê Sûriye nebe stargeha ewle ji bo terorê û li cîranên xwe nebe gef."

Rubio û Sudanî di heman demê de tekezî li biryardariya xwe ya berdewamkirina diyalogê ya li ser mijarên herêmî û bipêşxistina hevpeymaniya ewlehiyê ya di navbera Îraq û Amerîkayê de kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst