Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê ragihand ku ji sala 2020 heta 2024an li Amedê rêjeya kooperatîfên ku hatine girtin ji sedî 200 zêde bûye.
Sekreterê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Ferdanî Gokdere di daxuyaniyekê de amarên di navbera salên 2020-2024an de yên derbarê hejmara kompanyayên li parêzgeha Amedê eşkere kirin.
Ferdanî Gokdere ragihand ku ji 31ê Kanûna Pêşîn a 2024an û şûnde hejmara endamên odeya wan 24 hezar û 473 kes bûne û li gorî komîteyên pîşesaziyê Komîteya Enerjî, Jêrxan û Avahîsaziyê bi 3 hezar û 286 endaman û bi rêjeya ji sedî 13,42 di nav tevahiya sektorên endam de di rêza yekem de de ye.
Gokdere eşkere kir ku sala 2024an li gorî sala 2023yê rêjeya kompanyayên li Amedê hatine damezrandin bi rêjeya ji sedî 3,41, hejmara kargehên şexsî yên bazirganî jî bi rêjeya ji sedî 4,9 û rêjeya kooperatifên ku hatine damezrandin jî ji sedî 38.7 kêm bûye.
Sekreterê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê da zanîn ku sala 2024ê li gorî sala 2023yê rêjeya kargehên ku hatine girtin ji sedî 17,58 û rêjeya kargehên bazirganî jî ji sedî 61,05 kêm bûye lê rêjeya kooparatîfên ku hatine girtin ji sedî 200 zêde bûbûye.
Ferdanî Gokdere destnîşan kir ku sala 2024ê li Amedê 2 hezar û 64 kompanya hatine damezrandin û 389 kompanya jî hatine girtin.
10 hezar û 112 kompanya hatine vekirin
Pênc salên dawî jî hejmara giştî ya kompanyayên li Amedê hatine vekirin 10 hezar û 112 kompanya ne û heman serdemê hezar û 690 kompanya jî hatine girtin.
Gokdere ragihand ku di navbera 2020-2024an de hejmara kompanyayên proseya wan îflasê berdewam dike 693 bûn û got:
“Sala 2023yê hejmara endamên ku ketine wê pêvajouyê li gorî salek berî wê ji sedî 56,89 zêde bûye lê sala 2024an heman rêje li gorî salek berî wê ji sedî 12,3 kêm bûye.
Sala 2024ê rêjeya endamên ku derbarê wan de proseya îflasê hatiye destpêkirin li gorî rêjeya heman kompanyayên ku wê salê hatine vekirin ji sedî 15,4 e.
Ev rêje jî dema hejmara kompanyayên ku hatine vekirin li ber çav bê girtin rêjeyeke bilind e.”
Îcra zêde bûye
Sekreterê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê diyar kir ku hejmara endamên wan ên derbarê wan pêvajoya îcra û şopandinê hatiye destpêkirin sala 2020ê 925 bû û got:
“Sala 2024ê şopandina îcrayê ya kompanyayan li gorî salek berî wê ji sedî 62,4 zêde bûye.
Sala 2023yê hejmara kompanyayên ku derbarê wan şopandina îcrayê dest pê kiriye 125 bû lê sala 2024an ji sedî 62,4 zêde bûye û bûne 203 kompanya.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse