Hewlêr (Rûdaw) – Zêr piştî biryara faîzê ya Fedê bi firê ketiye û hema rekorên xwe nû dike.
Piştî biryara faîzê ya Fedê û daxuyaniyên Serokê Fedê Jerome Powell liv û tevgera ketiye bazarên cîhanî.
Fedê faîza xwe li ji sedî 4,5an sabit hişt.
Serokê Fedê Jerome Powell ragihand, tarifeyên ku tên sepandin dê enflasyonê zêde bikin û dibe ku armanca enflasyonê ya sala 2026an were bidestxistin.
Onsa zêr di destpêka rojê de bi 3048 dolaran bû.
Ons îro de herî kêm bi 3045 dolaran, herî zêde jî bi 3056 dolaran hat kirîn û firotin. Niha jî bi derdora 3049 dolaran tê kirîn û firotin.
Grama zêr bi 3718 lîreyan dest bi rojê kir.
Îro herî kêm bi 3704 lîreyan, herî zêde jî bi 3735 lîreyan hat kirîn û firotin. Niha bi derdora 3716 lîreyan tê kirîn.
Li Bazara Girtî ya Stenbolê, grama zêr bi 3661 lîreyan tê kirîn û bi 3767 lîreyan tê firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse