Washington (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Bexdayê xwest ku dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê bike.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji hikûmeta Îraqê daxwaz kir ku bi şirketên navneteweyî yên petrolê li hev bike da ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de ji nû ve dest pê bike.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Tammy Bruceyê pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.
Bruceyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, Washington ji Bexdayê dixwaze ku hinartina petrola Herêma Kurdistanê "di demeke herî nêz de" ji nû ve dest pê bike û peymana xwe ya bi kompanyayên Amerîkayê re bidomîne.
“Îran jî vê yekê fêm dike”
Tammy Bruce derbarê Îran û Husiyên Yemenê jî wiha axivî:
"Derbarê Îranê, ez bi eşkereyî nikarim sedema tiştekî bibêjim lê Serok Trump xwedî nêrînekê ye ku ew pabendî wê ye, ji ber ku ew dixwaze encaman bi dest bixe.
Em hinek encaman dibînin û em dê berdewam bikin ku encamên zêdetir bibînin.
Bê guman Husî jî encamên tiştên ku me bi îradeya xurt kirin dibînin û wan bawer kir ku em rewşa li ser vê gerestêrkê diguherînin.
Ez bê guman im ku Îran jî vê yekê fêm dike."
Çi bûbû?
Dadgeha Bazirganiyê ya Navneteweyî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.
ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.
Herêma Kurdistanê beriya wê biryarê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê difirot.
Nêzîkî 75 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê dihat hinartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse