Îmamoglu hat desteserkirin, dolar û euro firiyan

19-03-2025
Nîşan Dolar Euro Rekor Lîreyê Tirkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî desteserkirina Ekrem Îmamoglu dolar û euro çûn û hey çûn. Dolar bi ser 40 lîreyî ket, euro jî bi ser 44 lîreyan.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.

Piştî vê operasyonê li bazarên diravan ên Tirkiyeyê guherîneke mezin çêbû û bêqîmetbûna lîreyê Tirkî gihişt asteke dîrokî.

Her dolarekî Amerîkî gihişt 40,90 lîreyên Tirkî û euro li 44 lîreyan jî nesekinî û heta bi 44,60 lireyî çû.

Divê were gotin ku berî vê operasyonê dolar 36,69 lîre û euro jî 40,16 lîre bû.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.

Li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hat kirin û ew bi “PKK/KCKyê” re hat têkildarkirin.

Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan, şêwirmendê Îmamoglu yê çapemeniyê Murat Ongun, rojnameger Îsmaîl Saymaz û Serokê Şaredariya Beylîkduzuyê Murat Çalik jî hatin desteserkirin.

Li hêla din, Stasyona metroyê ya Taksîmê jî bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin û dê sefer neyên kirin.

Parêzgariya Stenbolê di navbera 19-23yê Adarê de civîn û xwenîşandan qedexe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst