Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dihokê Şukrî Cemîl ragihand ku parêzgeha Dihokê xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Ev girîngiya Dihokê ji ber hebûna Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl e ku ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê gelekî girîng e.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dihokê Şukrî Cemîl got:
“Pêwîst e di her peymaneke bazirganî ya bi Tirkiyeyê re, berjewendiyên Dihokê û Herêma Kurdistanê li ber çavan bên girtin.”
Her wiha wî diyar kir ku eger projeya Rêya Bipêşketinê di parêzgehê re derbas nebe dê pirsgirêk çêbibin û proje serkeftî nabe.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dihokê Şukrî Cemîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Şukrî Cemîl serdana şandeya Îraqê ya Tirkiyeyê ji aliyê bazirganî, aborî û ewlehiyê ve girîng nirxand û anî ziman:
"Parêzgeha Dihokê xwedî pêgeheke girîng e.
Çimkî Deriyê Îbrahîm Xelîl deriyê sereke yê bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Tirkiyeyê de ye."
Şukrî Cemîl da zanîn ku ji sedî 80yî zêdetirî berhem û pêdiviyên bazara Dihokê ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên hawirdekirin.
Cemîl ji ber vê yekê destnîşan kir ku "pêwîst e di her hevdîtinekê de berjewendiyên parêzgeha Dihokê û Herêma Kurdistanê li ber çavan bên girtin."
Wî her wiha anî zimên ku bazirganên Dihokê di nav şandeya Serokwezîrê Îraqê ya ku çûbû Tirkiyeyê de cih negirtiye.
Rêya Bipêşketinê û du nexşeyên cuda
Yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de projeya stratejîk a "Rêya Bipêşketinê" ye.
Ev proje Bendera Fawê ya li başûrê Îraqê bi Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ve girê dide.
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê li ser projeyê got:
"Projeya Rêya Bipêşketinê mijareke navneteweyî ye û Ewropayê bi Asyayê ve girê dide."
Li gorî gotina wî, heta niha dîzayna projeyê bi dawî nebûye û du nexşe ji bo wê hatine pêşniyarkirin.
Şukrî Cemîl diyar kir ku yek ji nexşeyan bi dûrahiya nêzîkî 35 kîlometreyan di nav axa Dihokê re derbas dibe û da zanîn:
"Eger li gorî wê nexşeyê bê bicihanîn, dê Dihok sûdeke aborî ya gelekî mezin wergire û bibe navendeke cîhanî ya lojîstîk û bazirganiyê."
Lê belê eger nexşeya duyem bê bicihanîn û rê di Dihokê re derbas nebe, wê demê dê ti sûdeke wê ya berbiçav a ji parêzgehê re tune be.
Metirsiya lawazkirina pêgeha Herêma Kurdistanê
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê tekez kir ku Herêma Kurdistanê pêkhateyeke sereke û federal a Îraqê ye û xwest ku Hikûmeta Îraqê hevsengiyê biparêze û got:
"Her peymaneke ku bê kirin û berjewendiyên Herêma Kurdistanê li ber çavan negire dê pirsgirêkan derxe.
Eger xelk hest bike ku zilm lê hatiye kirin û dadperwerî nîne, proje serkeftî nabe."
Şukrî Cemîl li ser egera vekirina deriyekî nû yê sînorî yê di navbera Îraq û Sûriyeyê de jî axivî û ragihand:
"Eger vekirina her deriyekî nû ji bo lawazkirina pêgeha aborî ya Herêma Kurdistanê be, ew deriyekî zêde ye.
Ji ber ku niha Deriyê Îbrahîm Xelîl roleke girîng û stratejîk ji bo bazirganiya Îraq û Herêma Kurdistanê dilîze û ti pirsgirêk tê de nînin."
Şukrî Cemîl di dawiyê de hêvî kir ku Deriyê Îbrahîm Xelîl bibe "xala yekem û sereke ya projeya Rêya Bipêşketinê ya ji bo tevahiya Îraqê."


