Li Tirkiyeyê goşt ji sedî 25 biha bû

18-04-2024
Nîşan Tirkiye Goşt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Şîr û Goşt a Tirkiyeyê goşt bi qasî ji sedî 25 biha kir.

Saziya Şîr û Goşt a Tirkiyeyê heta niha kîloyek qîme bi 229 lîre û kîloyek goştê nerme jî bi 259 lîreyan difirot.

Bi bihayê nû kîloyek qîme bû 279 lîre û kîloyek goştê nerme jî bû 319 lîre.

Saziya Şîr û Goşt a Tirkiyeyê ser bi Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê ve ye.

Li piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qesabxane û dikanên ser bi wê ve hene.

Li wan dikanan li gorî bihayê bazarê goşt erzantir tê firotin.

Ev çend sal in xelk ji ber rêjeya bilind a enflasyonê dinale.

Rêjeya enflasyonê ya Adara 2024an gihiştiye ji sedî 68,5an.

Ji ber rêjeya bilind a enflasyonê jî roj bi roj kelûpel û pêdiviyên sereke biha dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst