Mutlu Çevîroglu
Washington (Rûdaw) - Wezîrê samanên siruştî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî ku semînarek li navenda lêkolînên Atlantîkî ya Emerîkî pêşkêş kir, ragihand ku pêwîst e Washington, di pirsgirêka petrola Iraqê de, bêalî be.
Di wê semînarê de, ku Aştî Hewramî mêvanê taybet bû, bi gotarek general James Johns dest pê kir. Navborî rawêjkarê berê yê asayişa niştimanî ya Emerîkayê bû. Niha jî berpirsê encûmena bazirganî ya Emerîka – Kurdistanê USKBC ye. Johns behsa girîngiya pêşxistina Kurdistanê kir, wek bingehek dabînkirina wize û navçeyek babet ji bo karê bergirtinê.
Serokê navenda Etlantîkê Fredrik Camp serpereştiya semînarê dikir. Navborî, di gotara destpêkê de, behsa girîngiya rola Aştî Hewramî, di dariştina siyaseta petrola Herêma Kurdistanê de, kir.
Pişt re, Hewramî di gotarê de got ku tevaya proje û girêbestên hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya destûra Iraqê de ne. Hikûmet jî dibîne ku petrol sermiyanê hemû Iraqiyan e: “Benda 115 a destûra Iraqê ew desthilata ku daye hikûmeta Herêma Kurdistanê ku werzên nû yên petrolê birêve bibe. Lê em dixwazin dahatê li tevaya Iraqê dabeş bikin. Jêderên petrolê 95 ji sedî dahata Iraqê ye, lewma em naxwazin pê li vê desthilatê bikin. Lê Bexda dixwaze dirêjiyê bi heman siyasetê Sedam bike û ti cudahiya wannîne."
Hewramî rexne li Bexdayê kir ku karê wan "dîktatorî ye" û rêzdariya federaliya Iraqê nakin: “Divê Herêma Kurdistanê 17 ji sedî bûdce jê re bê dan. Lê bi sedema bernameya Bexdayê di xerciya desthilatî de niha hinekî bêhtir ji sedî 10 werdigirin û pêwîst e Bexda biterazûntir be."
Di bersiva wê rexneya ku girêbestên petrolê, di dawî de, rê xweş dikin ji bo bidestxistina serxwebûna Kurdistanê, Hewramî got "Hinek di wê baweriyê de ne ku nabe doza tiştekî bikin, çiku ew bi dû serxwebûnê de diçin! Çima nabe em bervedêriyê di ber berjewendiyên xwe de bikin?" Pişt re Hewramî ragihand ku armanca wan yekbûna Iraqê ya. Nabe kes jî ziyanê bigihîne wê armancê.
Di dirêjiya gotara xwe de, wezîrê samanên siruştî ragihand ku Iraq bi sedema destûrê ragirtiye. Ew destûr jî ji aliyê pirraniya xelkê hatiye pesendkirin. Lê rexneya ku wî li hikûmeta Iraqê kir ew e ku rêza destûrê nagire û naxwaze rêza wan prensîpan jî bigire, ku tevaya partiyên Iraqê li ser civiyane: “Me dehên salan dijî dîktatoriya Sedam şer kir. Em dîktatoriyeke din qebûl nakin. Divê Bexda zanibe ku Iraq bi xurtiyê kontrol nabe. Her divê hîn bibe ku desthilatê bi Kurdan û aliyên din re parve bike.”
Di bersiva pirsek din de, li ser siyaseta Emerîkayê li Iraqê, Hewramî ragihand ku Washington siyaseteke wê ya zelal li Iraqê nîne, lê belê stratejiyeke wê ya demqediyayî heye ku li ser bingeha aramiyê ye: “Pêwîst e Koşka Spî siyasetên Iraqê nûjen bike.”
Derbarê nakokiyên vê dawiyê di navbera Bexda û Hewlêrê de, Hewramî ragihand ku pêwîst e Washington, di wê pirsê de, bêalî be. Tenê ew bervedêriya destûrê bike û pirsî “Li vir, Li Emerîkayê, hûn sond bi destûrê dixwin, çiku destûr li cem we girîng e. Baş e çima destûr li cem me ne girîng e?” Herwiha Hewramî haydarî jî da ku destûr garantiya yekbûna Iraqê ye û rêzdarî û bicihkirin jî tena rê ye ji bo hiştina wî welatî.
Aştî Hewramî Washington agahdar kir ku nameyên wan hinek encamên din didin û dibêje “Nabe Washington guşarê li ser ti aliyekî bike û her demê radigihîne ku pêwîst e pirsgirêk di rêya hikûmeta navendî re çareser bibin. Bexda dibîne ku ev derfetê dide dirêjahiya karên dîktatoriyê.”
Di bersiva pirsa rojnamenivîsekî tirk de ji bo wê yekê ku gelo Emerîka guşarê li ser wan dike ji bo neîmzekirina girêbesta di warê wize de bi Tirkiyê re. Hewramî ragihand ku Washington guşarî lê nekiriye, lê wan dan nîşankirin ku ew wan girêbestan bi razîbûna Bexdayê mohr bikin û got “Ew celeb rawêj ne di ber berjewendiyên me de ne û em qebûl nakin. Pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re nabe bibin jêdera diltengiya Emerîkayê, çiku herdu alî yekbûna Iraqê dixwazin.”
Hewramî got ku Ew pêşwaziya wê yekê dikin ku Bexda bê nav wê hevpeymanê, lê nikarin dema heft salên din jî bendewar bin û tiştekî nekin.
Ji bo proseya aştiya vê dawiyê ya Tirkiyeyê jî, Hewramî ragihand ku rolek wan a girîng, di wê proseyê de, hebû: “Enqere hewl dide ku rewşa Kurdan li Tirkiyeyê baştir bike. Hevahengiya me jî bi Tirkiyeyê re, di warê wize de, alîkar bû bi wê yekê re ku Tirkiye danûstandinê bi PKK re bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse