Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Genel Energyê ragihand ku ew bi aliyên pêwendîdar re hevdîtinan dikin da ku hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê dest pê bike û hilberîna petrolê ya rojane gihiştiye 19 hezar û 650 bermîlan.
Şirketa Genel Energyê ya ku li Herêma Kurdistanê karê hilberîna petrolê dike, rapora xwe ya çalakiyên 2024an eşkere kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku divê hikûmeta Îraqê peymanên ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatine îmzekirin nas bike û biparêze.
Şirketê her wiha xwest ku mafên wê yên darayî yên berê werin vegerandin.
Hilberîna petrolê ya rojane gihişt 19 hezar û 650 bermîlan
Di rapor de amarên li ser hilberîna petrolê ya şirketê ya li Herêma Kurdistanê hatin parvekirin û hat diyarkirin ku hilberîna petrolê ya rojane gihiştiye 19 hezar û 650 bermîlan.
Hat destnîşankirin ku ev reqem li gorî sala borî tê wateya zêdebûneke ji sedî 58.
Dahata bi tevahî ya şirketê ya sala 2024an 74,7 milyon dolar hat tomarkirin, ev reqem sala 2023yan 78,4 milyon dolar bû.
Sala 2024an mesrefên ji bo hilberîna petrolê 17,6 milyon dolar bûn û sala 2023yan jî 18 milyon dolar bûn.
Şirketê eşkere kir ku di sala 2024an de, her bermîlê petrola hilberî li bazara navxweyî bi 35 dolaran firotiye.
Di çaryeka yekem a 2023yan de dema ku hinartina petrolê berdewam dikir her bermîl bi 47 dolaran dihat firotin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê deyndarê wan e
Şirketê ragihand ku ew li ser planekê dixebite da ku darayiyên xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergire.
Genel Energyê eşkere kir ku di sala 2023yan de ji hikûmeta herêmî 107 milyon dolaran ji ber hilberîna petrolê daxwaz dike û li hemberî vê jî 50 milyon dolar deynê wê li hikûmetê heye.
Şirketê diyar kir ku ew dixwaze van hesabên darayî hevseng bike.
Naskirina peymanên petrolê
Her wiha di rapora ku hat weşandin de, hat tekîdkirin ku divê hikûmeta navendî peymanên petrolê yên ku bi Herêma Kurdistanê re hatine kirin nas bike û mafên darayî yên ji berê ve bên dayîn.
Genel Energy, bi hevkariya şirketa Norwêcî DNOyê li parzûngehên Tawkê û Pêşabûrê ên Herêma Kurdistanê hilberîna petrolê didomîne.
Şirket plan dike ku sala 2025an bi dahata ku ji parzûngeha Tawkê were bidestxistin mesrefên xwe yên operasyonî dabîn bike.
Genel Energya ku xebatên xwe ji bo destpêkirina ducare ya hinartina petrolê didomîne armanc dike ku çalakiyên xwe yên li herêmê xurt bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse