Dadgeha Bilind li ser zêr û pereyên bûk û zavayan biryar da

16-03-2024
RÛDAW
Nîşan Bûk Zava Zêr û Pere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê di derbarê zêr û pereyên ku wekî xelat bi bûk û zaveyan vedikin, biryareke balkêş da.

Li gorî biryara dadgehê, zêr û pereyên bûkê dê ji bûkê re bimînin û yên zave jî dê ji wî re bin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dema ku jin û zilam ji hev cuda dibin, yek ji pirsgirêkên serekî ku tê pêşiya wan, ew zêr û pere ne ku di dema dawetê de wekî xelat bi wan vedikin.

Gelek caran doz jî li ser wê babetê hatine vekirin.

Beriya niha di dema cudabûna hevjînan de, xelatên ku di dema dawetê de kom bibûn, ji jinê re dima.

Lê Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê biryar da ku divê zilam jî para xwe jê wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst