Ji Bakurê Kurdistanê ji 83 welatan re îsot hat hinartin

Duh li 05:28
RÛDAW
Nîşan Riha Bakurê Kurdistanê Îsot Hinartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, di 6 mehên destpêkê yên sala 2024an de ji 83 welatan re bi 6 milyon û 878 hezar dolaran îsota hişk hat hinartin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê, ji bilî bikaranîna zêde, bazirganiya îsotê jî bûye sektoreke girîng û sala 2023yan ji 99 welatan re îsot hat hinartin.

Li gorî amarên Yekitiya Hinardekarên Başûrê Anadoluyê ku hinek bajarên Bakurê Kurdistanê li xwe digre, sala 2023yan ji 99 welatan re bi 12 milyon û 226 hezar dolaran îsota hişk hat hinartin.

Almanya di rêza yekem de ye

Di rêza yekemîn a hinartinê de Almanya bi 573 hezar dolaran yekem e, bi 514 hezar dolaran Amerîka di rêza duyem de ye û bi 511 hezar dolaran Hollanda di rêza sêyem de ye.

Herwiha di 6 mehên destpêkê yên îsal de hinardekirina îsotan li gorî heman mehên sala 2023yan ji sedî 26 zêde bû.

Ji 83 welatan re bi 6 milyon û 878 hezar dolaran îsot hat hinartin.

Di 6 mehên destpêkê yên 2024an de di serî de ji bo Almanya, Amerîka, Brîtanya, Hollanda, Erebîstana Siûdî, Kanada, Qeter, Herêma Kurdistanê û Iraq, Rûsya, Romanya, Yunanistan, Çin, Brezîlya, Îtalya, Kuba, Qibris û Spanyayê hezar û 876 ton îsotê hişk hat hinartin.

Serokê Meclîsa Borseya Bazirganiyê ya Rihayê Îsa Kizildemîr da zanîn ku zêdebûna hinardeya îsotên hişk ji bo cotkar û hinardekaran bextewarî ye.

Girîngiya berhemên çabdiyê diyartir dibe

Îsa Kizildemir got:

“Girîngiya berhemanîna çandiniyê roj bi roj diyartir dibe.

Cotkarên li herêma me piştî pêvajoya hilbirîneke zehmet sûdê digihînin aboriya welat.

Eger wekî berhemên din piştgirî ji bo hilbirîna îsotan bê dayîn dê hinardeya îsotan zêdetir bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst