ÎŞKUR: Rêjeya bêkariyê %2.5 zêde bûye

14-06-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Saziya Kar û Dîtina Karkeran (ÎŞKUR), meha Gulana 2023 li gor meha Nîsana 2023an rêjeya bêkariya tomarkirî %2.5 zêde bûye û hejmara bêkaran gihiştiye 2 milyon û 619 hezar û 985 kesan.

Saziya ÎŞKURê amarên meha Gulanê yên bêkariyê eşkere kirin. Li gor amaran di meha Gulanê de rêjeya bêkariyê ya tomarkirî li gor Nîsana 2023an %2.5 zêde bûye û hejmara kesên bêkar gihişte 2 milyon û 619 hezar û 985 kesan. Ji sedî 50.1ê bêkaran mêr û %49.9 jî jin in. Temenê %24.6ê bêkaran di navbera 15-24an de ye.

Li gor amarên ÎŞKURê rêjeya bêkariyê li gor heman meha sala par %25 kêm bûye. Meha Gulana 2022an hejmara kesên bêkar 3 milyon û 537 hezar û 686 kes bû.

Di meha Gulanê de 113 hezar û 122 kesan bi rêya ÎŞKURê derfeta kar peyda kir, ku %63.8ê wan mêr û %36.2ê wan jî jin bûn. Herwiha di 5 mehên destpêkê yên sala 2023an de 492 hezar û 48 kesan bi rêya ÎŞKURê kar peyda kiriye.

Li gor amarên ÎŞKURê kêmasiya herî zêde ya karkeran di sektora pîşesaziya berhemanînê de ye ku pêwîstî bi 473 hezar û 625 kesên din heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst