Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi hinceta ku di rêlibergirtina îthalata berhemên bi karkeriya bi zorê hatine hilberandin de kêm mane, bi ser 60 hevparên bazirganiyê de bacên nû yên gumrikê sepandin.
Ji bo wan welatên ku Tirkiye jî di nav wan de ye, heta ji sedî 12,5 baca zêde hat sepandin.
Tê nirxandin ku ev biryar dê aloziya bazirganiya cîhanî gurtir bike.
Amerîkayê dibêje ku van welatan ji bo rêlibergirtina îthalata berhemên bi karkeriya bi zorê hatine hilberandin gavên pêwîst neavêtine.
Ev biryar ji îro ve dikeve meriyetê û li gorî biryarê, li ser wan welatên ku ji bo qedexekirina îthalata malên bi karkeriya bi zorê hatine hilberandin sozên pêwîst nedane, ji sedî 12,5 bac tê sepandin.
Ji bo wan welatên ku soz dane jî rêjeya bacê wekî ji sedî 10 hat diyarkirin.
Bacên nû hevparên herî mezin ên bazirganiyê yên Amerîkayê yên wekî Çîn, Yekîtiya Ewropayê, Brîtanya, Kanada, Japonya û Hindistanê jî li xwe digire.
Nûnertiya Bazirganiyê ya Amerîkayê (USTR) ragihand ku ev 60 welat ji sedî 99,4ê îthalata Amerîkayê pêk tînin.
Biryar bi fermana Trump hat dayîn
Nûnerê Bazirganiyê yê Amerîkayê Jamieson Greer diyar kir ku ev biryar bi fermana Trump hatiye dayîn û anî ziman ku ev gav hem li dijî binpêkirina mafên mirovan û hem jî li dijî wan kiryarên bazirganiyê ye ku hevsengiya bazarê xera dikin.
Greer eşkere kir ku bacên nû di çarçoveya xala 301ê ya Yasaya Bazirganiyê ya sala 1974an de hatine sepandin.
Birevebiriya Trump piştî ku baca îthalatê ya demkî ya ji sedî 10an a serê salê bi dawî bû, bi hincetên nû yên qanûnî siyaseta xwe ya bazirganiyê domand.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê berê beşeke mezin a bacên gumrikê yên cîhanî ku Trump li ser bingeha rewşa awarte sepandibûn, li dijî hiqûqê dîtibû.
Washingtonê hinek berhemên ku ji bo aboriya Amerîkayê girîng in ji bacên nû îstisna girtin.
Madeyên xav ên ku dibe li Amerîkayê bibin sedema kêmasiya dabînkirinê, berhemên ku li welat bi têra xwe nayên hilberandin û malên ku çavkaniyeke wan a alternatîf nîne, di nav îstisnayan de cih girtin.
Karvedanên navneteweyî
Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya Karên Derve û Siyaseta Ewlehiyê Kaja Kallasê diyar kir ku hinceta bacan wan îqna bike.
Kallasê anî ziman ku standardên Yekîtiya Ewropayê yên li ser mafên karkeran di asteke bilind de ne.
Çînê ducare îdiayên karkeriya bi zorê red kirin.
Brezîlyayê ev biryar wekî "neheqî" û "kêfî" pênase kir.
Japonya û Awistralyayê jî dilgiraniya xwe ya li ser bacên nû anî ziman û da zanîn ku biryar bi rêzikên bazirganiya navneteweyî re li hev nake.



