Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêla bihabûna sotemeniyê didome û ji nîvê şevê pê ve bihayê lîtreya benzînê 1,23 lîreyan hat zêdekirin.
Guherînên di dowîz û bihayên petrolê de û her wiha zêdekirina bacan, yekser bandorê li bihayê sotemeniyê dikin.
Piştî aloziya di navbera Amerîka û Îranê de, bihayê petrolê li bazarên cîhanê bilind bû.
Vê yekê bandor li bihayê sotemeniyê jî kir.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biha lîtreya benzînê nîvê şevê 1,23 lîreyan hat zêdekirin.
Bihayên nû yên sotemeniyê
Piştî vê bihabûnê, lîsteya bihayên nû yên sotemeniyê li hinek bajaran bi vî rengî ye:
Stenbol (Aliyê Ewropayê)
Benzîn: 67,00 lîre
Mazot: 74,27 lîre
LPG: 31,19 lîre
Stenbol (Aliyê Anadoluyê)
Benzîn: 66,85 lîre
Mazot: 74,12 lîre
LPG: 30,59 lîre
Enqere
Benzîn: 67,97 lîre
Mazot: 75,39 lîre
LPG: 31,29 lîre
Îzmîr
Benzîn: 68,25 lîre
Mazot: 75,66 lîre
LPG: 31,19 lîre
Amed
Benzîn: 68,65 lîre
Mazot: 75,95 lîre
LPG: 31,45 lîre



