Hewlêr (Rûdaw) - Piştî belavbûna nûçeyên li ser hewlên Pakistanê yên ji bo navbeynkariya di navbera Amerîka û Îranê de roja înê petrol erzan bû.
Bihayê petrola Brentê ya Deryaya Bakur bi qasî ji sedî 4 daket û bi 96,78 dolarî hat firotin.
Her wiha bihayê petrola xav a Texasê ya Amerîkayê jî bi rêjeya ji sedî 3 daket û bermîla wê bû 89,31 dolar.
Sê çavkaniyan ji ajansa Reutersê re ragihand ku hewlên Pakistanê yên ji bo destpêkirina dan û standinên Amerîka û Îranê ji aliyê Çînê ve tên piştgirîkirin.
Rayedarekî hikûmeta Pakistanê ji Reutersê re got:
"Çînî ne kêfxweş in çimkî êrişên Îranê yên li ser welatên din ên Kendavê û girtina Tengava Hurmizê zererê didin berjewendiyên wan."
Êrişên Amerîkayê û gefên Trump
Li Rojhilata Navîn şer gurtir bûye û petrola xav a Amerîkayê vê hefteyê bi qasî ji sedî 8 û petrola Brentê jî nêzîkî ji sedî 10 biha bûbûn.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) şeva înê şeva 13emîn a êrişên xwe yên li ser Îranê temam kir.
Di van êrişan de navendên birêvebirina leşkerî, depoyên dronan, torên pêwendiyê û radar hatin hedefgirtin.
CENTCOMê ragihand ku armanca êrişan kêmkirina gefên Îranê yên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê ye.
Artêşa Amerîkayê di daxuyaniyekê de diyar kir, "Rêyên avê yên navneteweyî tevî êrişên dawî yên Supaya Pasdaran a Îranê dê vekirî bimînin."
Niha zêdetirî 50 hezar leşkerên Amerîkayê li Rojhilata Navîn li ser erkê xwe ne.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja pêncşemê ji Axiosê re ragihand ku ew li ser "êrişeke mezin" a li dijî Îranê difikire.
Trump got, êrişên wan dê ji yên heta niha mezintir bin û anî zimên, "Îranê hîn êşa pêwîst nekişadiye."
Li hêla din, Supaya Pasdaran roja pêncşemê ragihandibû ku wan êrişî baregeheke Amerîkayê ya li Urdinê kiriye.
Metirsiyên li ser bazara petrolê
Pispora bazarên darayî Daniela Hathornê diyar kir ku nearamî û dilgiraniya li ser rêyên bazirganiyê metirsiyeke mezin a jeopolîtîk ji bo bazara petrolê çêkiriye.
Daniela Hathornê her wiha destnîşan kir ku astengiyên li ser keştiyên li Deryaya Sor dilgiraniyên li ser bazirganiya cîhanî û ewlehiya enerjiyê zêdetir kirine.



