Par 17 milyon otomobîlên karebayî hatine firotin

22 demjimêr berê
Nîşan Otomobîlên Karebayî Firotin Rekor Çîn Ewropa Amerîka Kanada
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sala 2024an li seranserê cîhanê 17,1 milyon otomobîlê karebayî hatine firotin ku ev rekor e.

Li gorî amarên şirketa lêkolînan a Rho Motionê ya Brîtanyayê, par firotina otomobîlên karebayî li gorî pêrar ji sedî 25 zêde bûye.

Par li Ewropayê 3 milyon otomobîlên karebayî hatine firotin ku ev rêje li gorî pêrar ji sedî 3 kêm bûye.

Li Brîtanyayê zêdetirî 400 hezar otomobîlên karebayî hatin firotin û Brîtanyayê di vî warî de Almanya li pey xwe hişt.

Li Almanyayê piştî ku dawiya sala 2023yan subvansiyonên otomobîlên karebayî hatin rakirin, sala 2024an firotin kêm bû.

Firotina otomobîlên karebayî li bazarên Amerîka û Kanadayê ji sedî 9 zêde bû û gihişt 1,8 milyonan.

Li Amerîka û Kanadayê par meha kanûna pêşîn herî kêm 185 hezar otomobîlên karebayî hatin firotin.

Li Çînê 11 milyon otomobîlên karebayî hatin firotin

Li Çînê sala borî firotina otomobîlên karebayî ji sedî 40 zêde bû û gihişt 11 milyonan.

Divê were gotin ku ji nîvî zêdetir otomobîlên karebayî li Çînê hatine firotin û herî zêde jî modelên BYD hatine firotin.

Par 11 milyon otomobîlên karebayî li Çînê, 3 milyon li Ewropayê, 1,8 milyon li Amerîka û Kanadayê û 1,3 milyon jî li deverên din ên cihanê hatine firotin ku bi giştî dike 17,1 milyon.

Charles Lesterê Midûrê Amaran ê Rho Motionê ragihand ku sala 2024an tevî hin astengî û zehmetiyan jî firotina otomobîlên karebayî bi awayekî balkêş zêde bûye.

Lester diyar kir ku li bazara cîhanî bi zêdebûna ji sedî 25an "teqînek" çêbûye lê ferqên herêmî jî zêde bûne.

Wî bi bîr anî ku bazar li Ewropayê ji sedî 3 biçûk bûye lê li Çînê ji sedî 40 mezin bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst