Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê goşt, birinc û pêdiviyên din li parêzgeha Dihokê gelekî bilind bûye.
Ev yek bûye sedema bihabûna xwarinê ya li xwaringehan û mişterî kêm bûne.
Serokê Komeleya Otel û Xwaringehan jî dibêje ku ji ber bihabûn û bacê hinek xwediyên xwaringehan neçar mane karên xwe rawestînin an jî karkeran kêm bikin.
Demên borî, bihayê piraniya pêdiviyên sereke yên xwarinê li bazarên Herêma Kurdistanê û bi taybetî li parêzgeha Dihokê bilind bû.
Wê bihabûnê yekser bandor li bihayê xwarinê yê li xwaringehan jî kir.
Ji ber vê yekê xelk niha kêmtir diçe xwaringehan.
Lêçûn gelekî zêde bûne
Serokê Komeleya Otel û Xwaringehên Dihokê Îhsan Şêx Îsa ji Rûdawê re qala sedemên vê bihabûnê kir.
Şêx Îhsan da zanîn ku bihayê gazê ji bo xwaringehekê gelekî zêde bûye û got:
"Eger berê 3 milyon dînar bûbe, niha bûye 10 milyon dînar. Pereyê elektrîkê jî ji 4 milyon dînaran derketiye 7-8 milyon dînaran."
Îhsan Şêx ragihand ku ji bilî mesrefên navxweyî faktorên derve jî bandorê li rewşê dikin û wiha domand:
“Şerê Rûsya û Ukraynayê ji sedî 25 xwarin li cîhanê biha kir."
Her wiha bilindbûna bihayê dolar ê li hemberî dînarê Îraqê jî bandoreke mezin li bazara xwarinê kiriye.
Mişterî kêm bûne
Ev rewş bûye sedema kêmbûna mişteriyan a li xwaringehan.
Îhsan Şêx Îsa li ser vê yekê jî got, "Berê li parêzgeha Dihokê tu diçûyî kîjan xwaringehê tije bû. Lê niha karê wan ji sedî 10 heta 20 kêm bûye."
Xwediyên xwaringehan jî neçar mane bihayê xwarinê bilind bikin lê welatî ji ber rewşa aboriyê nikarin van bihayên nû bidin.
Ev bihabûn tenê ne li ser goştê sor ê dewaran e, bihayê goştê berxan jî gelekî bilind bûye.
Şêx Îhsan diyar kir ku salek berê kîloyek goştê berxê bi 15 hezar dînarî bûye û wiha domand:
"Niha gihîştiye 24-26 hezar dînaran. Xwediyê kar neçar e bihayê porsiyonekê ji 15 hezarî derxe 18 an 20 hezar dînaran da ku karibe li ser pêyan bimîne."
Bandor li geştyariyê jî kiriye
Ji ber vê rewşê hinek xwediyên kar hejmara karkeran kêm kiriye yan jî ji kar derxistine.
Her wiha hinek xwaringehan jî karê xwe rawestandiye yan jî deriyên xwe girtine.
Şêx Îhsan bal kişand ser wê yekê ku vê rewşê bandor li sektora geştyariyê jî kiriye.
Êdî geştyar li şûna ku biçin xwaringehan, xwarina xwe bi xwe re dibin seyrangehan.
Îhsan Şêx Îsa di dawiyê de got, "Tedbîrên hikûmetê yên wekî bac û nûkirina moletan jî bandoreke mezin li bihabûna xwarinê kiriye."


