Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê dînarê Îraqî li beramberî dolarê Amerîkî daket.
Serokê Encumena Guhertina Diravan a Hewlêrê Hacî Sabir Bawacî ji Rûdawê re ragihand, "100 dolar bi 157 hezar dînaran tê firotin."
Li Bazara Dolar a Silêmaniyê jî 100 dolar bi 156 hezar û 900 dînarî ye.
Divê were gotin ku doh dema vekirina bazarên Herêma Kurdistanê, 100 dolar bi 155 hezar û 450 dînarî bû.
Sedema daketina bihayê dînar
Hacî Sabir Bawacî anî zimên ku piştî guhertina Serokê Banka Navendî ya Îraqê, gotegotek belav bûye.
Li gorî wê gotegotê, qaşo dê Banka Navendî ji meha îlonê û pê de 100 dolaran êdî bi 132 hezar dînaran nefiroşe û dê bi 145 hezar dînarî bide.
Hacî Sabir destnîşan kir ku li ser vê mijarê tiştekî fermî nîne lê vê gotegotê bihayê dînar daxistiye.



