Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro daket. Ev yek piştî wê hat ku dan û standinên Amerîka û Îranê yên li Swîsreyê bi dawî bûn û rayedarên Îranê ragihand ku wan ji bo hinartina petrol û berhemên petrokîmyayî destûr standiye.
Bihayê petrola xav a brent bi qasî 1,53 dolarî (ji sedî 1,90) daket û bermîl daket 79,04 dolaran.
Berî vê daketinê, di destpêka vebûna bazarê de bihayê petrola brent gihîştibû ser 82 dolaran.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Îranê ji bo hinartina petrol û berhemên petrokîmyayî destûr standiye.
Eraqçî eşkere kir ku hinek ji sermayeyên wan ên hatibûn rawestandin hatine berdan û ji bo Îranê planeke avakirin û bipêşketinê dest pê kiriye.
Şîrovekarê bazarên darayî yê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê ragihand ku di navbera Amerîka û Îranê de hinek bipêşketin çêbûne û her du alî li ser avakirina komîteyeke bilind li hev kiriye.
Lê belê Sycamore destnîşan kir ku hîn ne zelal e ka ev gav dê li ser erdê encameke watedar bidin an na.
Tengava Hurmizê û aloziyên Libnanê
Hejmara wan keştiyên ku di Tengava Hurmizê re derbas dibûn doh bi awayekî berbiçav kêm bû.
Çimkî Îranê ragihandibû bi hinceta ku Îsraîl û Amerîkayê peymana aştiyê binpê kiriye wan ew rêya avê ducare girtiye.
Li aliyê din, ajansa nûçeyan a fermî ya Libnanê ragihand ku di êrişên roja şemiyê yên Îsraîlê de herî kêm 20 kes mirine.
Şîrovekarên banka INGyê jî di têbîniyeke ji bo bazirganan de diyar kir ku rûdanên dawî nîşan didin ku gihîştina peymaneke mayînde bi astengiyan dagirtî ye û bi hêsanî bi dest nakeve.
Lê dîsa jî bihayê petrolê hefteya borî bi hêviya asayîbûna veguhastina petrolê ya di Tengava Hurmizê re zêdetirî ji sedî 8an daketibû.
Planên hinartina petrolê
Serokê Şirketa Niştimanî ya Petrola Îranê doh ji televîzyona fermî ya Îranê re ragihand:
"Ji duşema borî ve zêdetirî 25 milyon bermîl petrola Îranê di xeta dorpêça Amerîkayê re derbas bûye."
Her wiha Îmarat, Kuweyt û Îraqê jî hefteya borî petrola xwe zêdetir firot.
Birêvebirê Wezareta Petrolê ya Îraqê yê Karên Derxistinê eşkere kir ku Îraq plan dike hilberîna petrola xav rojane bigihîne nêzîkî 4,2 milyon-4,3 milyon bermîlan.



